Qeydên Konservatuara Bajêr dest pê kirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên lîseya hunerên ciwan û xwendekarên xwe ji bo fakulteya hunerên ciwan ên zanîngehan amade dikin kursên hunerî bêpere pêk tîne, dema qeydên van kursan e.

Konservatuara Bajêr di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî de xebatên xwe dimeşîne, ji bo serdema nû qeydan hildide.

Serlêdan li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç têne qebûşkirin.

Kesên dixwazin beşdarî kursan bidin dikarin serlêdana xwe li malpera https://form.jotform.com/220371316197958 pêk bînin.

Qeydên bo Konservatuara Bajêr 9ê sibatê dest pê kirine û 23ê sibatê jî diqedin.

Di navbera 24-38ê sibatê de plansazîya dersan tê kirin û kurs 1ê adarê dest pê dikin.

Kursên amadekariyê, heta wexta ezmûnan a beşên têkildar didome û kursên dîtir jî heta 15ê hezîranê ne.