Walî Karaloglu: “Înşelleh em ê Diyarbekirê bikin dibistaneke şaredartiyê ”

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevkariya GABBê bernameyeke perwerdekariya îtfaiyekariyê li dar xist û bi merasîmekê sertîfîka dane îtfayekarên beşdar.

Walî Munîr Karaloglu, di merasîma sertîfîkadanê de axivî, behsa ezmûnên Şaredariya Bajarê Mezin kirin û got ku ew hewl didin vê herêmê di warê perwerdekariya şaredartiyê de jî bi pêş bixin û bibik mîna dibistanekê.

Karaloglu, bi bîr xist ku ev perwerde bi perwerdekariya di warê agirkujiyê de dest pê kiriye û got ku ew ê di qadên din ên xizmetguzariyê de jî perwerdeyê bikin.

Karaloglu, diyar kir ku îtfaiye tenê bi karê destwerdana vemirina agirî ranabe, ew beşdarî hemû xebatên rizgarkirinê dibe û got ku neferên îtfaiyeyê ji noqaviyê bigire heta hilkişîna bi çiya di warên cur bi cur de şiyanên xwe bi pêş dixin.

Karaloglu, amaje bi giringiya perwerdeyê da û aşkere kir ku îtfayekar bi saya rahênanan zanîna xwe nû dikin, di warê bikaranîna halet û amûran de bi pêş dikevin û got, di perwerdeya AFAT jî beşdar de fêrî teknîkên hawarçûnê dibin.

“Em amade ne zanîna xwe, ezmûna xwe gel şaredariyên din parve bikin”

Karalogu bang li şaredariyên herêmê kir ku hevkariya xwe bi wan re geştir bikin û weha axivî:

 “Em, der barê rêveberiyên xwecihî, der barê şaredartiyê de li ser her mijarê dewrên perwerdeyê amade dikin, em amade ne zanîna xwe, şiyanên xwe, ezmûna xwe bi şaredariyên din re jî parve bikin. Înşelleh em ê bi hev re Diyarbekirê di warê şaredartiyê de bikin navendek. Bêguman ji bo vê divê alî bi hev re bizavê bikin. Belkî hevalên ji derve hatine jî gelek ezmûnên wan hebin. Gelek tişt hene ku em ji wan jî fêr bibin.”

Piştî axaftinê sertîfîka li beşdarên perwerdeya agirkujiyê hatin belavkirin. Bername bi girtina wêneyên tomerî bi dawî hat.