Print this page

Lîstika “Tu Welat Ez Xerîbî” derket pêş şanohezan

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, lîstika “Tu Welat Ez Xerîbî” ya Şanoyên Bajêr a Ruhayê ji bo şanohezên xwe pêşkêş kir. 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şêniyên Diyarbekirê bernameyên cur bi cur ên çand û hunerî li dar dixe.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di çarçoveya bernameya meha sibatê ya çand û hunerê de şanoya “Tu Welat Ez Xerîbî” ya Şanoyên Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Ruhayê pêşkêşî bînerên xwe kir.

Lîstika ku mijara wê malbateke li xerîbîya Almanyayê digire dest, behsa serpêhatiya kesekî ji hevjîna xwe veqetî û navbera dubendiyê de maye dike, li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç derkete ser dikê.

Lîstik, ji du perdeyan pêk tê, temaşevanan demeke hestyar derbas kir û di dawiyê de ji pê ve da ber çepikan.

“Em bi heyranî li lîstikên şanoya bajêr temaşe dikin”

Derhênerê Giştî yê Hunerî yê Şanoyên Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Ruhayê Hasan Ocakoglu, diyar kir ku ew bi heyranî xebatên şanoyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Diayrbekirê temaşe dikin.

Ocakoglu, weha axivî:

 “Em gelekî kêfxweş in, ku em hatine vê derê, derketien pêş bînerên Diyarbekirê, ev gelekî dilê me xweş dike, em pê serbilind in. Berê jî em hatibûn Diyarbekirê. Em gelek pê xweş in ku bi bînerên Diyarbekirî re ne. Çimkî temaşevanên vê derê gelekî bi dilgermî pêşwazî li şanoya me dikin. Lewra em tim dixwazin bên vira.”

Melîke Kamer di kursên Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin de dersa lîstikvaniyê digire, da zanîn ku ew ji bo pêşxistina xwe tê vir û ew her tim xebatên Şaredariya Bajarê Mezin ji nêzik ve dişopîne.

Kamer, diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin derfetê dide wan ku ew xebatên şanoyê yên li bajarên din jî bibînin û ev derfet wan bi pêş dixe.

Ebdu Akdemîr jî wek temaşeker hatiye pêş şanoyê, diyar kir ku ew bi kêfxweşî li çalakiyên Şaredariya Bajarê Mezin amade dibe.

Akdemîr, aşkere kir ku kêfa wê gelek bi vê şanoyê hatiye û ji bo vê, spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir.