Îtfaiyeya Diyarbekirê ezmûna xwe bi herêmê re parve dike

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, GABBê bi hev re qonaxa 2yê ya bernameya perwerdehîya agirkujiyê bi beşdariya agirkujên herêmê li dar xist.

Bername li Şaxa Peyasê ya Agirkujiyê birêve çû û ji şaredariyên Mêrdîn, Colemêrg, Batmanê 21 neferên agirkujiyê tê de amade bûn, perwerde hem teorîk hem jî pratîk hate dayîn.

Perwerde 2 rojan kişand û tê de rahênanên rizgarkirinê, vekirina agirî, destwerdana afatan, teknîkên vemirina agirî, destwerdana li şewatên gazê û LPG, rahênanên sîmîlasyonê ji aliyê rahêneran ve hatin dayîn.

Serokê Daîreya Agirkujiyê a Şaredariya Bajarê Mezin Veysel Yigit, diyar kir ku ev perwerde ji bo îtfaiyekar zûtir karibin destwerdanê bikin, hate lidarxistin. 

Yigit aşkere kir ku wan ezmûnên xwe bi îtfaiyekarên herêmê re parve kirine û weha axivî:

 “Ji bo destwerdanê li şewatan bikin û dema afatan mal û canê gelê me biparêzin ekîbên pispor li herêmê amade dikin, navenda perwerdeya îtfaiyê ya li gorî standardên Tirkiyeyê dê di nava salê de rahênên xwe berdewam bike.”

Midûrê Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Hamdî Çakmak, diyar kir ku ew bi 8 xebatkaran beşdarî qora rahênanê bûne û got, perwerde ji bo hevparkirina zanînan gelekî bikêr bû.

Çakmak aşkere kir ku wan der barê cureyên agirpêketinê de perwerde hildaye û got, “Li virê der barê destwerdana şewatê LPG û gazê, sotinên ardûyan de perwerde tê dayîn. Ez dibêjim qey gelek mifayê perwerdeyê heye.”

Yusuf Şahîn amirê koma îtfaiyeya Mîdyada Mêrdînê ye, diyar kir ku ev 14 sal in vî karî dike û got ku ev perwerde ji bo hevgirtina pîşeyî gelekî baş e.

Nezîr Guneş jî ji navçeya Çelê ya Colemêrgê hatiye beşdarî vê rahênanêr bûye, der barê rahênanê de weha axivî, “Li virê em fêrî bikaranîna ekîpmanên parêzvan bûn, di serî de LPG em fêrî destwerdana li agirpêketinê bûn. Ez bawer dikim gelek mifayê vê perwerdeyê ji me re heye.”

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevkariya GABBê qorên perwerdeya agirkujiyê li dar xistiye, 71 şaredarî ji bo vê rahênanê hatine vexwendin û perwerde meha Sibatê dê kom bi kom berdewam bike.

Îtfaiyekarên beşdarî perwerdeyê bûne piştî rahênanê dê belgenameya xwe werbigirin.