Zabite daşikandina KDVê seh dike

 

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, piştî ku pêkanîna daşikandina KDVê ya ji sedî 7 kete merîyetê dest bi saxtîkirinên xwe kir.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Zabite û Gerînendetiya Bajêr a Bazirganiyê di serî de zincire market li ser hemû firoşgeh û marketên bajêr saxbêrîya KDVê pêk anî.

Ekîb, seh dikin ka li ser refikan etiket hene an tune ne, fîşên kaseyê yên malê firotî kontrol dike û dinêre ka daşikandina ji sedî 7 tê pêkanîn an na.

Di kontrolan de her niha tu kêmasî nehatine dîtin, heke kêmasiyek bête dîtin dê girtename bête hildan û agahiyê bidine Gerînendetiya Bajêr a Bazirganiyê.

Midûrê Şaxa Sexbêriyê ya Zabiteyê Abdulazîz Ari, diyar kir ku ligel ekîbên Gerînendetiya Bajêr a Bazirganiyê wan xebatek daye destpêkirin ku KDV ji sedî 8 bo sedî 1 bête daşikandin.

Ari, diyar kir ku ew ê li seranserê bajêr ji bo ev pêkanîn li hemû marketan bête pêkanîn ew ê vê pêkanîna xwe bidomînin.