Konserek bi beşdariya 17 stranbêjan

 

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, konserek bi beşdariya 17 stranbêjan bi şêwazên cur bi cur bi navê “Bihûrka Stranbêjan” li dar xist.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji 7 salî heta 70 saliyê ji bo her temenî xelkê Diyarbekirê bernameyên çandî li dar dixe.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di çarçoveya bernameya meha Sibatê de stranbêj û stranhezên Diyarbekirî di konsera “Bihûrka Stranbêjan” de anîn cem hev.

Di konserê de 17 stranbêjan bi terzên xwe yên ji hev cuda derketin pêş salona stranhezan tijîkirî, stranên xwe bi coş gotin.

Sînem Eşsiz hatiye pêş konserê, diyar kir ku ew her dem bernameyên Şaredariya Bajarê Mezin dişopîne.

Eşsîz, weha axivî: 

 “Di nava sergêjiya karên rojane de konserên weha bêpere ji bo me gelek baş e, em tên stresa xwe dikujin, ev tiştekî watedar e. Ez dixwazim bernameyên weha berdewam bikin. Ji bo hemû kedkaran spas dikim.”

Gulay Gulay xwendekara Beşa Muzîkê ya Lîseya Hunerên Ciwan e, diyar kir ku ew hewl dide di warê muzîkê de xwe bi pêş bixe, lewra ew beşdarî bernameyên Şaredariya Bajarê Mezin ên bêpere dibe û bi saya wan hînî tiştên nû dibe.  

Rojîn Arslan jî xwendekara Beşa Muzîkê ye, bal kişand ku kêfa wê gelek bi konserê hatiye û got ku ew gelekî bi kêfxweşî beşdarî bernameyên weha dibe.

Ayşenur Gul stranbêjek e û di konserê de stran gotine, bi bîr xist ku Şaredariya Bajarê Mezin van demên dawî bernameyên baş ên çand û hunerê li dar dixe û weha got:

 “Divê bernameyên mîna Bihûrka Stranbêjan her dem