Li Diyarbekirê av jî erzan dibe

 

Şaredariya Bajarê Mezin, rêjeya KDVya berdêla mezaxtina avê ji sedî 1 daşikand û av erzantir kir.  

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekir (DÎSKÎ), ji bo pirsgirêkên binesaziya bajêr çareser bibe bi hemû şiyanên xwe dixebite, ji aliyê din ve biryareke nû der barê buhayê avê de wergirt û KDVya avê daxist xwarê.

Piştî ku biryara der barê daxistina KDVyê ji sedî 8 ji bo ji sedî 1ê DÎSKÎyê jî zend û bendên xwe badan û ji 14ê sibatê pê de dê rêjeya ji sedî 8 ya KDVya avê ji sedî 1 pêk bîne.

Meha kanûnê jî av ji sedî 16,5 erzan bûbû

Åžaredariya Bajarê Mezin, bi biryarekê gotibû hemû aboneyên wê di meha kanûnê pê de karin 15 metrekup avê bimezêxin û ji sersalê pê de ji sedî 16,5 erzanî kiribû. Â