“1emîn Rojên Fîlman ên SinemAnadolu” dest pê dikin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya Serdema Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de “1emîn Rojên Fîlman ên SinemAnadolu” li dar dixe, di bernameyê de 7 fîlm tên nîşandan.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî û Komela Çand Huner û Sînemayê a Diyarbekirê di navbera 21-27ê Sibatê de “1emîn Rojên Fîlman ên SinemAnadolu” bi nîşandana 7 fîlmên li Anadolu hatine kişandin, pêk tîne.  

Fîlm dê bi beşdariya derhênerên wan li Salona Sînemayê ya Navenda Çand û Kongreyan a Sezaî Karakoç bêne nîşandan.