Ji bo Diyarbekirek hêşîntir 60 hezar dar tên çandin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya projeya “Bêhtir Şînahî Bêhtir Tenduristî” de tê çaverêkirin ku di nava sala 2022ê de dê 60 hezar daran li deverên destnîşankirî biçînin.  

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo bajarekî hêşîntir sala 2022ê dê li deverina cuda cuda yên bajêr 60 hezar daran biçîne.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo serdema çandina daran a 2022ê xebat da destpêkirin û heta niha 6 hezar dar li Daristana Fetîh û li Mezra Newala Dîjleyê çandin.

Ekîban, 4 hezar û 235 dar jî li deverinan çandin.

Ekîbên şaredariyê, li navend û navçeyan xebatên çandina daran bi meha nîsanê pê de dest pê dike û heta meha berfanbarê dê xebat berdewam bikin.

Di sala 2021ê de 60 hezar dar çandibûn

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo Diyarbekireke hê hêşîntir li “Daristana Fetih 1383 a Diyarbekir” û “Daristana Diyarbekir 21” û li park û seyrangehên cur bi cur 60 hazar dar çandibûn.