Print this page

Walî Karaloglu: “Kar û barê me pêşxistina Diyarbekirê ye”

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di bin serokatiya Walî Munîr Karaloglu de civîna nirxandina plansazî û projesazîya 2022yê li dar xist.

Civîn li Hêwana Civînan a Keleha Navîn hate lidarxistin û di civînê de plansazî û projesaziyên ji bo sala 2022yê hatin nirxandin û xebatên dê li ser rê û rêbar, park û baxçe, seresazî û binesaziyê bên kirin, hatin gotûbêjkirin.

Walî Karaloglu diyar kir ku ew bi xizmetkirina vî bajarî gelekî şanaz in û got, “Em ê ji bo xweşiktirkirina Diyarbekira xwe her projeyê, her xebatê bidomînin. Karê û barê me, pêşxistina Diyarbekirê ye.”

Di civînê de li gel Walî Karalgolu, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan, Cîgirê Sekreterî Bulent Civelek, Serokê Daîreya Rê û Rêbar û Kodînasyona Binesaziyê kendal Okutucu, Seroka Daîreya Park û Baxçeyan Gulay Kutlu, Seroka Daîreya Hatûçûnê Hulya Atalay jî amade bûn.