Li Diyarbekirê kêfa şano û sînemayê

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo 7 heta 70 salî her temen welatî ji bernameyên şano û sinemaya bêpere sûdê werbigirin xebatan didomîne.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî di çarçoveya Serdema çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de ji bo biçûk û mezinan bernameyên şano û sinemaya bêpere li dar dixe.

Di çarçoveya bernameya meha sibatê ya şano û sînemayê de her dawiya hefteyê li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç ji bo zarokan saet 13.00, ji bo mezinan saet 15.00 tên nîşandan. Ji bo şanohezan jî saet di 14.00 de şanoya “Serpêhatiyên Elîfê” tê pêşandan.   

Eleqeyeke germ ji welatiyan

Welatî eleqeyeke germ nîşanî pêşandana fîlman a Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî didin û tevî zarokan di demeke kin de kursîyan tijî dikin.

Azîz Kerpîç, diyar kir ku ew ji bernameyên Şaredariya Bajarê Mezin gelek memnûn in.

Kerpîç got ku wî bi kêfxweşî li fîlmê temaşe kiriye û weha domand: “Hevalên min got, bernameyên vê derê belaş in. Vê hefteyê ez bi zarokên xwe re hatim me fîlm temaşe kir û me pir eciband. Em dixwazin bernameyên weha bidomin.”

Dawiya hefteyê bernameyên cihêreng

Melda Merve Çelen diyar kir ku wan dawiya hefteyê bernameyeke cida pêk aniye û got, “Ez bi zarokên xwe re hatin vê bernameyê. Me fîlm temaşe kir û gelek eciband, em pir jê memnûn in. Ji bo vê bernameyê ez spasiya rayedaran dikim.”

Şazin Baran diyar kir ku li Diyarbekirê pêşandana şano û sinemaya bêpere heye gelekî bala wan kişandiye û weha axivî:  

 “Ez bi zarokê xwe re hatim pêş şanoya Serpêhatiyên Elîfê. Min hem şano hem jî bername gelek eciband. Me dizanibû bernameyên weha hene lê ev cara pêşî ye beşdar dibim. Ji vir pê de em ê bişopînin.”

Mîkaîl Çakmak bal kişand ku ew bi hevjîna xwe û zarokê xwe re hatiye û weha axivî:

 “Hem ji bo zarok demeke xweş derbas bikin hem jî bi hevalên xwe re bin bername pir baş in. Îro em hatin pêş şanoya Serpêhatiyên Elîfê. Min hem şano hem jî bername gelek eciband. Bi taybetî ku bername bêpere ne, gelekî baş e.”

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31