‘Rengê Hekarî’ li Diyarbekirê bû

 

Şaredariya Bajarê Mezin, Koma Hunerî ya Rengê Hekarî ku govendên herêma Colemêrgê û gelek herêman pêşkêş dike, derxist pêş hunerhezên Diyarbekirî.

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya Serdema Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de bernameyên cur bi cur ji bo bîneran pêşkêş dike.  

Koma Hunerî ya Rengê Hekarî di bin banê Parêzgariya Colemêrgê û Şaredariya Colemêrgê de xebatên xwe dimeşîne, govendên herêma Colemêrgê û gelek herêman pêşkêş dike, derket pêş hunerhezên Diyarbekirî.

Bername li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç bi beşdariyeke mezin a welatiyan birêve çû. Beşdaran, li ber stran û govendê demeke xweş borand.

Alîkariya Şaredarê Colemêrgê Hamit Zîbek, diyar kir ku Koma Hunerê ya Rengê Hekarî pêşandana xwe ya sêyê li Diyarbekirê li dar xist. Zibek, bal kişand ku wan di pêşandana xwe de ji 7 herêmên Tirkiyeyê dans û muzîk pêşkêş kirine. Zibek, bi bîr xist ku ew dixwazin çanda Colemêrgê bi Tirkiyeyê bidine naskirin û got, ew dixwazin careke din li Diyarbekirê derkevin pêş bîneran.  

Ebubekir Durgun xelkê Colemêrgê ye û ev 16 sal e li Diyarbekirê dijî, diyar kir ku dema wî temaşe kiriye dilê wî zîz bûye.

Durgun, kêfxweşiya xwe bi vê bernameyê derbirî û weha axivî:

 “Gelek kêfa min bi reqs û govenda wan hat. Ji aliyekî ve ez bi xwe Colemêrgî me û her weha ez li Diyarbekirê dijîm, ji her aliyan ve ji bom in serfirazî bû. Ez gelek memnûn im. Her kesê keda wan di ber de heye mala wan ava.

Ayşe Baykuşak jî diyar kir ku bername ji bo dansandina çandên cihêreng gelek giring e û got, “Şeveke xweş bû, konsereke pir xweş bû. Rengê Hekarî rengê xwe nîşan da. Ez hêvî dikim bernameyên weha berdewam bikin.”

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31