Îhale ji bo otobûs/mînîbûsên gundan heye

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xeta 40 komguhêziya ji bo gundan pêk were derdikeve îhaleyê.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo hatûçûna gundan rewantir bibe xebateke da destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Pêşxistina Çavkaniyan xebatek da destpêkirin û ji bo 40 gundên bi ser navçeyên Baglar, Peyas, Sûr, Yenişehir, Çinar, Pîran, Bismil, Gêl, Erxenî, Henê û Çangûşê ji xizmeta komguhêziyê sûdê werbigirin îhaleyê li dar dixe.  

Îhale li gorî benda 45ê ya Qanûna Îhaleya Dewletê ya hejmar 2886 bi Usûla Pêşniyaza Pêşçav tê lidarxistin û ji bo her xetê KDV jî tê de 1000 lîre tê xwestin.

Ji bo çi kesên resen çi jî gelêrî ji bo bi maweyê 10 salan îhaleya xetê jê re bête kirêkirin divê ew kes 1 sal an jî aniha li Diyarbekirê niştecî be.   

Îhale 3ê Adarê ye

Îhale 3ê adarê saet 10.00 li Navenda Çandê ya Alî Emîrî ji bo her xetê cuda cuda dê ji aliyê Encûmena Şaredariyê ve bête pêkanîn û heke bi encam nebe dê dem û wextê ji aliyê Komîsyona Îhaleyê ve hatî destnîşankirin bidome.

Ji bo agahiyên berfireh der barê rêgeha îhaleyê de li jêrî binêrin:

https://www.diyarbakir.bel.tr/duyurular/5273-40-adet-kirsal-hattin-toplu-ulasim-hizmetinin-saglanabilmesi-amaciyla-toplu-tasima-araci-calistirilmasi-isi-ihalesi.html