Akademî Lîseya Ehmedê Xanî ya Bismilê xwendekaran bi pêş dixe

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta piştgiriya li perwerdeya ciwanan li Bismilê Akademî Lîseya Ehmedê Xanî xiste ber xizmetê.

Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve, li navenda bajêr û navçeyan, bi mebesta piştgiriya li perwerdeya ciwanan Akademî Lîseyên nû têne vekirin.

Bi vê mebestê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, li Bismilê Akademî Lîseya Ehmedê Xanî ya xudan 5 dersxane vedike û 300 xwendekar tê de xwe bo ezmûnên zanîngehê amade dikin.

Di vê saziya perwerdeyê de ji bo bernameya perwerdeyê ya sala 2022-2023ê heman wext bernameyên çand û hunerî jî têne amadekirin.  

 “Xebatên me baş in”

Rotînda Ergun xwendekara Akademî Lîseya Ehmedê Xanî ya Bismilê ye, diyar kir ku li malê derfeta wê bo xebatê tune lewra tête vê derê.  

Ergun, îşaret pê da ku ew di Akademî Lîseyê de baş li dersên xwe dixebite û got:

 “Em gelek xwişk û bira ne lewra ez nikarim li malê dersa xwe bixebitim. Hemdê min belav dibû û ez lê hîn nedibûm. Lê her kes ji bo dersê tê vê derê lewra gelek bi kêrî me têt. Mamosteyên me jî harî me dikin.”

Gokçe Çelik 18 salî ye û sebeba hatina xwe ya Akademî Lîseya Ehmedê Xanî bi van gotinan anî ziman:

“Vê derê rehet e. Çawa min ji hevalê xwe bihîst li Bismilê cihekî weha heye, ez hatim min qeyda xwe çêkir. Pirsên em nizanin em ji mamosteyên xwe dipirsin û fêr dibin. Etûtên me pir baş in. Ez li vir gelek şa me.”

Ji bo serlêdanê xwendekar dikarin biçin vê navnîşanê: Altıok Mahallesi 70. Sokak No:1 (Avahiya Nexweşxaneya berê). Ji bo pêwendiyê li telefona, 0412 999 17 81 bigerin.