Print this page

Xwendekarên zanîngehê bi astengdaran re

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi bernameya “Tora Dildarî” xwendekarên zanîngehê serdana Navenda Jiyana Çalak dan û bi astengdaran re kom bûn.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi kursên xwe yên ji bo welatiyên astnegdar dihêle ku astengdar bi awayekî çalak beşdarî jiyanê bibin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, di çarçoveya projeya berpirsyariya civakî de xwendekarên zanîngehê bi astengdarên li Navenda Jiyana Çalak û 1rti 1 Kafeyê re anîn cem hev.

Xwendekarên li Şevexwara Suleyman Bin Xalid dimînin û li Zanîngeha Dîjleyê dixwînin, ji bo astegdaran pêşandana palyaço û ya muzîkê pêk anîn.

Xwendekaran, ji bo astengdarên li Navenda Jiyana Çalak lîstikên cur bi cur lîstin û demeke xweş borand.