“Rojên SînemAnadolu Fîlm” berdewam e

 

 

“Rojên SînemAnadolu Fîlm” ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin tê lidarxistin, didome.

 “1emîn Rojên SînemAnadolu Fîlm” ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî û Komela Çand Huner û Sînemayê a Diyarbekirê ve bêpere hate lidarxistin bi belgefîlma Aydin Orak “Dastana Yaşar Kemal” dewam kir.

Belgefîlm li Salona Sînemayan a Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç hate nîşandan û bîneran beşdariyeke germ tê de kir.

Piştî fîlmê beşdaran pirsên xwe ji derhêneran kirin û ji wan xwest ku bernameyên weha berdewam bikin.

Derhêner Orak, diyar kir ku şênî pêwaziyeke ger mli bernameyên çand û hunerî yên li bajêr tên pêkanîn, dikin.

Orak bal kişand ser gotûbêja piştî fîlmê û weha axivî:

 “Temaşekerên fîlma Dastana Yaşar Kemal reaksiyoneke baş nîşan dan. Di gotûbêjê de bîneran pirsên xweş û di cih de kirin û nêzîkbûneke baş dane der. Divê bernameyên weha berdewam bêne lidarxistin. Ji bo kesên keda wan di ber de heye, spasiya xwe dikim.”

Îbrahîm Kaya hatiye pêş fîlmê, diyar kir ku ew ji bernameyên bêpere yên Şaredariya Bajarê Mezin memnûn e û weha got, “Ez gelekî şanaz im ku kaseyatek mîna Yaşar Kemal temaşe dikim, ez bi wî gelekî şanaz im.”

Husna Çavdar diyar kir ku ew her ku derfeta wê çêdibe tê pêş bernameyê Serokatiya Daîreya Çand û Civakî û weha axivî:

 “Îşev me belgefîlma Yaşar Kemal temaşe kir. Em bi nivîskarê xwe hesîyan. Ka çawa bandora wî li siyasete bûye, çawa bandor li Anatolyayê kiriye û çawa bandora wî li me bûye.”

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30