Zarok di atolyeyên Kodkirina Robotîk ên ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatine danîn fêrî teknolojiya paşerojê dibin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarok amûrên teknozanistê rast û bi ewle bi kar bînin, ji bo şiyanên xwe bidin pêş û berhemên nû biafirînin li atolyeya Kodkirina Robotîk bi perwerdeya xwe berdewam e.
Di perwerdeya ji aliyê pisporan ve tê dayîn de xwendekar, perwerdeya nivîseriya sêlayenî, aqilê çêkirî û kodkirina robotîk werdigirin.
Dê ji kelûpelan sûdê werdigirin
Xwendekar, bi tiştên di atolyeyê de fêr dibin êdî ji kelûpelên cur bi cur berhemên cihêreng çêdikin.
Zeynep Deren Çetinkaya (10), diyar kir ku bi encama tiştên di perwerdeyê de fêr bûye êdî ew dikare ji kelûpelê avêtî robotan çêke. Çekinkaya, bal kişand ku gelek kêfa wê bi atolyeya kodkirina robitîk hatiye û got, ew dixwaze paşerojê robotekê çêke ku karibe biaxive.
Berfin Atalay (11) jî bi bîr xist ku ew kelûpelê xwe yê malê tîne atolyeyê, li vir bi alîkariya perwerdekaran jê berhemên rengîn çêdike û got ku gelekî kêfa malbata wê ji xebatên wan re tê.
Ruzgar Yavuzkılıç (10), diyar kir ku di atolyeyê de ew fêrî bikaranîna bernameyên Scratch, Scratchjr, Arduino, Wedo2.0Educucation, Lightbot bûye û got, bi van bernameyan gelek tiştî kare bisiwêrîne. Yavuzkiliç got ku ew dixwaze siberojê pêkanînên wisa çêke ku hêsankariyê li jiyana mirovan bike.