Print this page

DÎSKÎ, li Karazê bi muxtaran re kom bû

 

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), li navçeya Karazê bi muxtaran re civîneke şêwrê li dar xist.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, li navçeyan ji bo çareserkirin pirsgirêkên binesazî û avê bi muxtarên gundan re rûnişt.

Kombûn, li Salona Civînan a Gerînendetiya Perwerdeyê ya Karazê hate pêkanîn û Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî axafitek kir û diyar kir ku saziya wan bêyî kara xwe bipê bi tevahî xizmeta cemawerî dimeşîne û got, ew dahata xwe ji bo xizmetê terxan dike.

Tutşî bal kişand ser bikaranîna ava bi rêbazên qaçaxî û got, ji bo êdî tu pirsgirêka avê nemîne divê êdî av bi qaçaxî neyê mezaxtin û bi bîr xist ku ava vexwarinê ji bo avdana bax û bîstanan tê bikaranîn û got, divê rê li vê bête girtin.

“Roj 24 saet ava Karazê diherike”

Tutşî diyar kir ku saziya wan roj 24 saet bêrawestan avê dide Karazê û got ku li navenda navçeyan û gundan DÎSKÎyê 32 depoyên avê û 37 bîrên avê hene.

Tutşî aşkere kir ku sala 2021ê li Karazê rêjeya ava bi qaçaxî ji sedî 73ê bûye û wan ji bo dabînkirina avê 5311 hezar û 126 lîre pere daye eletrîkê û got, ji bo DÎSKÎ karibe xizmetên baştir bo navçeyan û gundan bike divê rêjeya ava bi qaçaxî dakete jêr.

Tutşî behsa xebatên DÎSKÎ yên li navçeyê kirin û weha axivî:

 “Di sala 2021ê de li navçeya Karazê 1330 metre ava vexwarinê, 1473 metre xeta kanalîzasyonê hate çêkirin. 816 arizeyên xeta avê û aboneyan hatin çêkirin. Demildest li 287 arizeyên kanalîzasyonê destwerdan hatiye kirin. Her weha 693 kêmasiyên kanalîzasyonê bi vîdanjorê hatin çareserkirin.”

“Sala 2022ê em ê xebatên giring bikin”

Tutşî aşkere kir ku DÎSKÎ dê sala 2022ê li Karazê projeyên giring bi pêş bixe û got, dê xeta kanalizasyona Komemalên Arcûdê bête nûkirin.

Tutşî diyar kir ku ew ê xeta kanalîzasyonê ya gundê Dirûnê nû bikin û got, ew ê xeteka neqilkirina avê ji bo Bîra Gundê Banî danin.

Di kombûnê de li gel Tutşî, Qeymaqamê Karazê Abdulkadir Umut Kasman û rayedarên DÎSKÎyê û muxtarên gundan amade bûn.