Â
Xwendekarên li Mala Zanînê û Akademî Lîseyên bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de perwerde dibin, bi boneya Şeva Mîracê bernameyên cur bi cur li dar xistin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê bi boneya Şeva Mîracê xwendekar di bernameyên cur bi cur anîn cem hev.
Şaredariyê ji bo xwendekarên Mala Zanînê ya Navendî, Selahaddin Eyyubi, Hani Gürbüz, Bismil Aziz Sancar; Akademî Lîseya Bismil Ahmedê Xanî, Hani Xatuniye, bi boneya Qendîla Mîracê bernameya pîrozbahiyê li dar xist û xwendekarên Akademî Lîseya Sûrê li Mizgefta Qurşinî li hev kom bûn.
Perwerdekarên Çanda Dînî û Zanista Sincê; di dersgeh û salonên semîneran de ji xwendekaran re jiyana Pêxemberê Me vegotin, behsa giringiya Åževa Mîracê kirin. Xwendekarên Koma Muzîkê jî piÅŸtî pêşkêşkirina gotaran stranên ayînî pêşkêş kirin. Â
Bernameya Şeva Mîracê piştî pêşkêşkirina îkramên bo xwendekaran bi dawî hat.