Print this page

Xwendekaran şeva xêran pêşwazî kir

 


Xwendekarên li Mala Zanînê û Akademî Lîseyên bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de perwerde dibin, bi boneya Şeva Mîracê bernameyên cur bi cur li dar xistin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê bi boneya Şeva Mîracê xwendekar di bernameyên cur bi cur anîn cem hev.

Şaredariyê ji bo xwendekarên Mala Zanînê ya Navendî, Selahaddin Eyyubi, Hani Gürbüz, Bismil Aziz Sancar; Akademî Lîseya Bismil Ahmedê Xanî, Hani Xatuniye, bi boneya Qendîla Mîracê bernameya pîrozbahiyê li dar xist û xwendekarên Akademî Lîseya Sûrê li Mizgefta Qurşinî li hev kom bûn.

Perwerdekarên Çanda Dînî û Zanista Sincê; di dersgeh û salonên semîneran de ji xwendekaran re jiyana Pêxemberê Me vegotin, behsa giringiya Şeva Mîracê kirin. Xwendekarên Koma Muzîkê jî piştî pêşkêşkirina gotaran stranên ayînî pêşkêş kirin.  

Bernameya Şeva Mîracê piştî pêşkêşkirina îkramên bo xwendekaran bi dawî hat.