Hundirê Birca Bedena Mezin hat ronîkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên restorasyonê ya bi dirûşma “Li Sûran Vejîn Dest Pê Dike” dabûn destpêkirin de hundirê Birca Bedena Mezin bi ronî kir.  

Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên xwe restorekirina li ser Sûrên Diyarbekirê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê de ye, berdewam e. 

Xebatên ji aliyê Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê de di 10ê tebaxa 2020ê de bo qonaxa 1ê ya restorekirinê hatine destpêkirin li ser gelek bircên mezin tê meşandin û xebat gelek jê bi encam bûne.

Di Birca Bedena Mezin de axa li şaneşîn û kulekan kombûye hate paqijkirin û kevirên ku bi demê re ji dîwarê bircê ketine xwarê şûna wan tê montekirin û ev kar li gorî reseniya wan tê meşandin.

Birc hate ronîkirin û gelek rewşen e 

Berê jî bircên Heft Bira û Nûrê hatibûn çêkirin û ronîkirin niha jî birca Bedena Mezin hate nûkirin û hundirê wê hate ronîkirin.

Ji bo hundirê Birca Bedena Mezin bi awayekî herî xweşik nîşan bidin ekîb bi baldarî xebitîn, bêyî ku zirarê bidin reseniya wan, bêyî reng û teşnê wan bête têkdan tona rengê tavê ku reseniyê nîşan dide, hate bikaranîn. Kablo û eletrîk bêyî ku zirarê bide zemîn û dîwarê bircê bi teknîkên taybet hatin kişandin û bi vê dîmena xwe birc gelekî xweşik xuya dike.

Birca Bedena Mezin

Birca Bedena Mezin xwedî planeke stûwaneyî ye û li başûrrojavayê bedena Diyarbekirê dikeve. Birc bi navê xwe yê dî Birca Malîn e û di kitabeyê de tê gotin ku ew di sala 1208ê de ji aliyê Endezyar Caferoglu Îbrahîm ve li ser navê Hukimdarê Artuqî Melik Salih hatiye çêkirin.

Li ser bircê, eyloyê duserî ku nîşana serweriyê y; şêrê bi bask ku sîmgeya hêza super e; ji sertabin kitabe li ser bircê hene û birc bi xemla muqernesê xemilîye.

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30