Şaredarî, li Pasûrê otogarê çêdike

 

Şaredariya Bajarê Mezin, dê li navçeya Pasûrê otogara navçeyan ava bike.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî xizmeteke baştir ji komguhêziyê bibînin û hatûçûna trafîkê siviktir bibe dê li vê navçeyê otogara navçeyan çêbike.

Di otogara navçeyan de dê 9 peronên komguhêziyê bi giştî ji bo 22 wesayitan cihê parkê hebe.

Otogar dê li ser qadeke 310 metrekare bête çêkirin û tê de dê 4 deverên firotian bilêtan, salona sekinînê, wc bo mêr-jin-astengdaran

Otogar dê li ser bulvara Turgut Ozal bête avakirin û dîwarê otogarê ji ber ewlehiyê dê 1 metir dirêj be û dê ser dîwaran panelên çîtê bêne dabînkirin. Dê derdora avahiya otogarê bi bazaltê bêt vegirtin û dê hawirçakiya wê bête kirin.  

Îhale hate kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, bi beşdariya 3 fîrmayan îhale pêk anî. Di îhaleyê de nameyên pêşniyazê yên fîrmayan hatin ka çi kêmasiyên wan hene an tune ne.

Di nava 150 rojên kar de dê firmaya qezenckirî bê diyarkirin.