Karaloglu, beşdarî 10. Fuara Avasazî ya Mezopotamyayê bû

 

Karaloglu:

“Diyarbekir, li Mezopotamyaya Jorîn a ku mirovayî lê derbasî jiyana xwecihî bûye, warekî giring e. Ji serdema şikeftan heta niha di sektora avasaziyê de hemû guhorînên pêk hatine, hemû kelûpelên jatine bikaranîn li Diyarbekirê peyda dibin. Diyarbekir cihekî weha ye.”

Walî Munîr Karaloglu, di merasîma vekirina 10. Fuara Avasazî ya Mezopotamyayê ku dê di navbera 3-6ê adarê de li dar bikeve û nûnerên vê sektorê bîne cem hev de amade bû.

Bername li Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî a Mezopotamyayê hate lidarxistin, Karaloglu di bernameyê de axivî û got ku giring e ku li bajêr fuareke navneteweyî a der barê avasaziyê de tê lidarxistin.

Karaloglu bi bîr xist ku ligel avahiyên dîrokî aliyê modern ê Diyarbekirê jî heye û weha axivî:

 “Gava em li Diyarbekirê dinêrin ji aliyekî ve mîrateya ku 33 şaristaniyan ji me re hiştiye, bermahiyên pir cidî yên dîrokî lê hene; pirên me, xanê me, mizgeftên me, dêrên me, xaniyên sivîlan hene. Ji aliyê din ve jî gava em li Diyarbekira hevdem dinêrin em nimûneyên vê serdemê yên bi teknolojiya avasaziyê hene, yanî aliyekî modern ê bajarî jî heye.”

Karaloglu bi bîr xist ku vî bajarî şahidî li dîrokê kiriye û got, “Diyarbekir, li Mezopotamyaya Jorîn a ku mirovayî lê derbasî jiyana xwecihî bûye, warekî giring e. Ji serdema şikeftan heta niha di sektora avasaziyê de hemû guhorînên pêk hatine, hemû kelûpelên jatine bikaranîn li Diyarbekirê peyda dibin. Diyarbekir cihekî weha ye.”

Karaloglu bal kişand ligel ku buhayê madeyên xav zêde dibe û pandemî jî bi ser de dîsa jî li bajêr projeyên xweşik berdewam in û got, divê fuar serdema pêşiya me sektora xeyrîmenkul mezintir bike.

Karaloglu diyar kir ku Diyarbekirê pottansiyela fuarvaniyê zêde ye û weha axivî:

 “Divê fuar bi naverokeke tijî pêk bên, di kîjan sektorê de bête kirin divê lê zêde bike, divê em nûyatiyên wê sektorê li vê derê pê biaxivin.”   

Karaloglu, aşkere kir ku ji bilî fuara avasaziyê dê di sektora turîzm, çandinî û ajeldariyê de jî fuarên mezin liv î bajarî bêne lidarxistin.

Piştî axaftinan beşdaran qurdeleya vekirinê da ber meqesê.