Serkeftiyên Pêşbirka Teksta Şanoya Kurdî-Tirkî eşkere bûn

 

Şanoyên Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin (DBŞT), bo bîranîna Rasîm Oztekîn 2yemîn Pêşbirka Nivîsîna Teksta Şanoyê ya Kurdî-Tirkî bi encam kir.

2yemîn Pêşbirka Nivîsîna Teksta Şanoyê ya Kurdî-Tirk ku bi serkêşiya Serokatiay Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî bi mebesta gihandina şanonivîsan tê lidarxistin piştî nirxandina tekstên beşdarbûyî, gihîşt encamê.

Ji bo pêşbirka bi du zimanan hate lidarxistin û bo bîranîna Rasîm Oztekîn birêve çû 44 berhem hatin şandin.  

Pêşbirk bi hêmaya serbest birêve çû û piştî nirxandina desteya hilbijêr di pêşbirkê de teksta yekemîn, duyemîn û sêyemîn hatin aşkerekirin.

Di beşa Tirkî de Ercan Canli bi teksta “Hemû Reşikên Cihanê” pileya yekê, Abdulkadir Bozkurt bi teksta “Derkeve Heke Tu Karibî Derkevî” pileya duyê û Mert Sezgîn jî bi teksta “Bang li Deryayê” pileyê sêyê bi dest xist.

Tufan Yilmaz bi “Parsekan” mansiyona yekê stand, İffet Kendirli bi “Navê Xwe Bide Min” hêjayî xelata mansîyonê ya duyê hate dîtin.

Di beşa Kurdî de jî Cem Duzova bi teksta “Xec û Siyabend” bû yekemîn, Berat Beyoglu bi teksta “Bermayîyên Dinyaya Ku Dixwazim Lê Bijîm” pileya duyê stand û Zîver Îlhan jî bi “Pênc Dahn Mahne” bû sêyemîn.

Recep Îçen bi “Rabirdûyek” di mansîyonê de xelata yekê girt û Suat Bariş jî bi “Can û Cîger” hêjayî mansiyona duyem hate dîtin.

Ji bo serkeftiyê yekê 15 hezar lîre, yê duyê 10 hezar lîre, yê sêyê 7 hezar û 500 lîre û ji bo mansîyonan jî 5 hezar lîre xelat tê dayîn û xelat dê 26ê adarê saet 19.00 li Navenda Çandê û Kongreyan bêne dayîn.