Projeya “Xwe Binase Xwe Bide Nasîn”

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta esnaf baştir xwe nas bike û xwe bide naskirin projeya “Xwe Binase Xwe Bide Nasîn” da destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Esnaf û Sinetkaran, bi mebesta çêtir xizmetê ji turîstên tên bajêr re bike projeya “Xwe Binase Xwe Bide Nasîn” bi pêş xist.   

Di çarçoveya projeyê de her hefte bi serperiştiya rêberên geştûguzariyê dê ji bo esnafan geşt bêne lidarxistin û der barê deverên dîrokî û turîstîk ên bajêr de agahîyê bidine wan.

Bi boneya bernameyê, esnaf bi serperiştiya rêberên bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û civakî li Kompleksa keleha Navîn, Hezretî Silêman û Merqedê 27 Sehabîyan, Mizgefta Mezin, Xana Hesenpaşa, Xana Delîlan û Muzeya Bajêr a Amedê gerîyan.

Midûrê Karûbarên Esnaf û Sinetkaran Solmaz Okten, bi mebesta tevkariyeke aborî li esnafên bajêr bikin, ew dixwazin esnaf û bajêr bilindtir bikin.

Okten, weha axivî:

“Îro em bi projeya “Xwe Binase Xwe Bide Nasîn” bi rê ketin. Me îro tura xwe ya ewil pêk anî lê ev turên me dê dewam bikin. Di çarçoveya daxwazan de em ê deverên dîrokî yê Diyarbekirê bigerin. Bila hemû esnafên me tê de beşdar bibin.”

Îsmet Ulmez, li bajêr esnafiyê dike, diyar kir ku ew li Diyarbekirê hatiye dinê û li wir mezin bûye lê dîsan jî hin deverên bajêr nas nake.