Şaredarî, bi hawara“Can Dostan” radibe

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo candostên nexweş û birîndar, li Navenda Rehabîlîtekirin û Sexbêriya Heywanan dermanan peyda dike. 

Sexbêrxaneya heywanan di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê de ye, li ser gilîyên welatiyan demildest mudaxele dike û bi lez û bez li heywanên birîndar dest werdide.

Hekîmên beyter ji bo heywanên birîndar sax bibin têkoşînê dike û gelek operasyonên cerahî yên giring pêk tîne.

“Heywanên travmadîtî li vir tên xudankirin”

Berpirsyarê Navenda Rehabîlîtekirin û Sexbêriya Heywanan Beyter Suat Gul, diyar kir ku ji bo candostên li kuçeyan dijîn baş bibin çi ji destê wan têt texsîr nakin.

Gul, bal kiaşnd ser kapasîteya navendê û aikere kir ku 400 jê kûçik û 150 jê pisîk navend dikare 550 heywanan ragire û got ku karê wan ne tenê berhevkirina heywanan ji kolanan e.

Gul, got ku ew heywanên kolanan; se û pisîkan tînin vir, heke nexweşiyeke wan hebe, li vir wê derman dikin, heke birîndar bibe an jî travma lê qewimîne li vir cêwrik û têjikên wan xudan dikin. Gul diyar kir ku xebatên tenduristiyê li kolanan bi baldarî dixebitin û weha axivî:  

 “Candostên tînin vê derê di demeke kin de tên xesandin mîkroçîp pê ve tê daleqandin û derziyên wan ên pêwist tên kirin. Piştî ku candfost hefteyekê bi mêvanî li vir tên ragirtin paşê wan berdidin cihê wan.”

Kûçikê birîndarkirî hate rizgarkirin

Gul aşkere kir ku wan kûçikekî li kolanan birîndar kirî xilas kiriye û got, “Kûçik bi giranî birîndar bûbû ambulansa me çû hawarê û ew anî navendê, qasî 2 saetan me operasyon lê kir û se ji mirinê xilas kir.”

Gul destnîşan kir ku li navendê gelek celebên ameliyatan têne kirin û weha got:

 “Li navçeya Karazê ekîbên me li ser giliyê welatiyan diçin dêlikekê tînin ku bi pençeşêra çiçikan e. Piştî ameliyata ji aliyê sê hekîman ve hate kirin delik ji wê nexweşiyê hate xilaskirin. Her weha kûçikek dî hebû, tenişta wî ya rastî tomir tê de hebû, ew jî bi ameliyatê hate saxkirin. Piştî çend rojan kûçik baş bû û berdan cihê wî.”  

Navenda Rehabîlîtekirin û Sexbêriya Heywanan

Navenda Rehabîlîtasyon û Saxbêriya Ajelan li ser 17 donim erdê hatiye avakirin û di navendê de ji bo heywanên nexweş amaliyatxane û laboratuarek heye.

Navend dê bi 3 beyter, 3 tekknîkerên beyterîya tenduristiyê, 9 karmend, 5 amûr û Amûrê Xesandina Gerîde xizmetê bimeşîne.

Navenda Rehabîlîtasyon û Saxbêriya Ajelan ku li Siwara Hêştirborkan e.