"Pêşbirka Fetha Diyarbekirê" tê lidarxistin

 

 

Bi boneya 1383emîn a Fetha Diyarbekirê, “Pêşbirka Helbesta Fetha Diyarbekirê” bi kurdî û tirkî tê lidarxistin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 1383emîn salvegera fetihkirina Diyarbekirê ji alitê Artêşên Îslamê ve hin bernameyan li dar dixe.

Bi vê boneyê Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî Alî Çelîk û Serokê Egitim-Bir Sena Diyarbekirê Ramazan Tekdemîr, bi boneya “Pêşbirka Helbesta Fetha Diyarbekirê” ku dê bi tirkî û kurdî bête lidarxistin, li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç daxuyaniyeke çapemeniyê pêk anî.

Çelik, di daxuyaniyê de aşkere kir ku ev pêşbirk ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Egitim-Bir-Senê ve bi hevkarî tê lidarxistin.  

Çelik diyar kir ku Diyarbekirê malovanî li 33 şaristaniyan kiriye û got ku ji van şaristaniyan a herî mezin şaristaniya Îslamê ye.

Çelîk bi bîr xist ku artêşên Îslamê sala 639ê Diyarbekir standiye û got ku vê fehtê mizgîniya fehtên Melezgirt û Stenbolê jî bi xwe re aniye.

Çelik amaje pê kir ku sala par bi serperiştiya Walî Munîr Karaloglu bi beşdariya saziyên civaka sîvîl bernameyên fetha Diyarbekirê hatine birêvebirin û weha axivî:

 “Îsal em ji bo salvegera 1383ê ya fetha Diyarbekirê amadekariyan dikin. Kesên di pêşbirkê de pileya yekê, duyê û sêyê bi dest bixin dê bêne xelatkirin. Ev gotinên stranan dê serê pêşîn bêne bestekirin û salên p^ş em ê tev bi hev re van stranan di salvegera fetha Diyarbekirê de bi coş bisitêrin.”  

Serlêdan heta 20ê Nîsanê ye

Serokê Egitim-Bir-Sena Diyarbekirê Tekdemîr aşkere kir ku armanca sereke ya pêrbirkê ew e ku hişmendiya civakî çêbe.

Tekdemir, bal kişand ser giringiya vê pêşbirkê û got ku pêşbirk heta 20ê Nîsanê ji bo serlêdanan vekiriye û 25ê Nîsanê jî dê serkeftiyên pêşbirkê bêne aşkerekirin.

Tekdemir, ji ber piştgiirya wî spasiya Walî Munîr Karaloglu kir.

Ji bo beşdarbûnê

Ji bo beşdarbûnê kesên helbesta xwe dişînin dikarin bi xwe radestî Egitim-Bir-Sena Diyarbekir Nivîsgeha 1ê bikin û bişînin ser malpera diyarbakirfetihmarsi@gmail.com”