Ciwan diçin Çanakkaleyê

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, 500 xwendekarên di akademî lîseyan de perwerde dibin ji bo beşdarî merasîma yadkirina 18ê Adarê Roja Yadkirina Serkeftina Çanakkaleyê bibin, şandin vî bajarî.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi beşdariya ciwanên Diyarbekirî, ji bo destana Çanakkaleyê bi çavên serê xwe bibînin û beşdarî merasîma bîranînê bibin, geşta Çanakkaleyê li dar xist.

Xwendekar danê sibê li Mala Zanînê ya Navendî kom bûn, bi servîsên ku Şaredariyê ji wan re terxan kirin bi rê ketin. Xwendekar piştî rêwîtiya 2 rojan dê bigihîjin Çanakkaleyê, bi serkêşiya perwerdekaran dê Yadîgara Şehîdan, Muzeya Nexweşxaneya Alçitepê, Şehîdgeha Şahînderê, Tabyayên Mecîdiyê, Yadîgara Seyit Onbaşi, Şehîdgeha Alaya Peyadeyan a 57ê bibînin.   

“Em ê şehîdan yad bikin”

Canan Alpaslan di Akademî Lîseya Sûrê de dixwîne, diyar kir ku ew bi kelecan e ku diçe Çanakkaleyê û weha axivî:

 “Ez bextewar im, em diçin wir, em ê şehîdan yad bikin. Gelek şehîdên Diyarbekirê hene em ê ji bo wan dua bikin.”

Merve Demîrok jî aşkere kir ku ew şad û bi kelecan e û weha axivî:

 “Wan eskeran ji bo me şer kir û şehîd bûn. Çanakkale wê demê sengereke mezin bû. Em kelecanî me ku diçim wirê, gelek şehîdên Diyarbekirî li wir hene, em ê bo wan dua bikin, em ê cenga wan a wê hingê li wir hest bikin. Bona vê ez gelekî bi kelecan im.”

Vejdin Avci xwendekarê Akademî Lîseya Pîranê ye, weha got:

 “Çanakkale ji bo rizgariya welatê me cihekî gelek giring e. Ez kêfxweş im ku diçim wir û wirê dibînim. Ji ber vê derfetê ez spasî li Şaredariya Bajarê Mezin dikim.”