Li Fêrgeha Sporê hate nasîn, bû şampiyonê Tirkiyê

 



Suleyman Kiliç ku şiyanên wî di Fêrgeha Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin de hate vedîtin, di pêşbirka Tîma Milî û Ceribîna Meşên Olîmpîk a Tirkiyeyê di beşa U16ê 3 kîlometir beşa mêran de bû şampiyon.  

Fêrgeha Sporê ya bêpere di bin banê Serokatiya Daîreya Ciwanan û Sporê de ye, şiyanên Kiliçê 13 salî kevş kirin û ew bo Tîma Şaredariya Bajarê Mezin hilgirt.  

Kiliç ser hev serkeftinên mezin bi dest xistin û di Şampîyona Tirkiyeyê a U16ê ya li Bursayê de bû yekemîn, di pêşbirka Tîma Milî û Ceribîna Meşên Olîmpîk a Tirkiyeyê di beşa U16ê 3 kîlometir beşa mêran de ku li Batmanê birêve çû, bû şampîyonê Tirkiyeyê.  

Kiliç, bi vê serkeftina xwe mafê beşdarbûna bona Bijartina Tîma Milî bi dest xist.

“Em pê şanaz in”

Derhênerê Şaredariya Bajarê Mezin Sîdar Aslan, diyar kir ku ji nav 150 xwendekarên serlêdana Fêrgeha Sporê kirine bi şiyanên xwe hatiye pêş.

Aslan weha pê de çû:

 “Silêman li gorî xwendekarên din di meşa 10 metirê de jî zîrekiya xwe nîşan dida. Ligel şiyanên xwe di rahênanan de gelekî xîret kişand û derkete pêş. Ev hest, di her temenî de xweş e. Ez pê şanaz in. Hesteke gelekî xweş e ku hem bajarê xwe temsil bike hem jî daxwaza xwe bîne cih.”

Rahêner Aslan, bang li ciwanan kir ku beşdarî fêrgehên sporê bibin.

“Ez dixwazin xwe û bajarê xwe temsîl bikim”

Kiliç ê ku bûye şampîyonê Tirkiyeyê bang li hevalên xwe kir ku bên beşdarî fêrgehên sporê bibin.

Kiliç, bi bîr xist ku ew şeş rojên hefteyê rahênanan dike û diyar kir ku malbata wî gelek pişta wî digire.