Print this page

Çiyayê Govendê yê Diyarbekirê li turîzmê vedibe

 

Bi hevkariya Wezareta Ciwanan û Sporê, Walîtiya Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin dê li navçeya Çermûgê pêşbirkên meşa xwezayê, hilkişîna li zinaran û raftingê bêne lidarxistin û pê xweşikiyên deverê berçav bikin.

Walî Munîr Karaloglu, diyar kir ku dê ji 7 herêmên Tirkiyeyê raftîngvan, bi sedan xwezahez, çiyagerên şareza dê beşdarî pêşbirkên Meşa Xwezayê ya Çiyayê Govendê, Hilkişîna Zinaran li Dola Sînagê û raftînga li ser Çemê Sînagê bibin.

Walî Karaloglu ji roja hatiye ser kar vir de ji bo şûnwarên dîrokî û turîstî yên bajêr derxe pêş projeyab bi pêş dixe, niha jî ji bo navçeya Çermûgê bibe cihê helkeftên rengîn pêngavek da destpêkirin.

Li gorî wê bername dê 31ê Adarê bi “Meşa Xwezayê bo Çiyayê Govendê” dest pê bike. Gelek beşdarên ji navenda bajêr û derveyî bajêr dê li qontarên Gilîleyên Çiyayê Govendê dest bi hilkişîna xwe bikin û di akamê de dê rêya 6 kîlometir peyase bikin.  

Hilkişîna Zinaran bi beşdariya 20 çiyagerên pispor dê ji Dola Sînagê dest pê bike. Di bernameyê de li ser 16 rêgehên hilkişîna zinaran çiyager dê bi qonaxên navbera 10 û 16 metreyî hilperikin zinêr.

Bo cara pêşîn dê li ser Çemê Sînagê pêşbirka raftingê bête lidarxistin. Pêşbirka ku parkura wê 2.950 metre ye, dê raftîngvanên bin banê Federasyona Raftîngê ya Tirkiyeyê ji bajarên Mugla, Stenbol, Dersîm, Colemêrg, Şirnex û Wanê bi 7 tîman tê de başdariyê bikin.  

Niha dema ji nû ve nihêrtina Diyarbekirê ye

Karaloglu di axaftina xwe de diyar kir ku ji ber rûdanên tundûtûjiyê ev demeke dirêj e xweşikiyên Diyarbekirê hema bêje ji bîr çûne û got ku armanc ew e ji nû ve deriyê bajêr ji turîzmê re vedikin û weha axivî:

 “Armanca me ew e ku em Diyarbekira rastîn derxine pêş. 40 sal e îmajeke xirab jê re çêbûye, em dixwazin wê nêrîna xelet hilweşînin û xezîneya rastîn bînin kifşê. Niha dema hinde ye ku em ji nû ve li Diyarbekirê binêrin. Ez bang li hemû welatiyan dikin bila bêne van çalakiyên me.”

Sporvanên xwezayê, aktîvîst û welatîyên ku dixwazin beşdarî van çalakiyan bibin dikarin 31ê Adarê roja Pêncşemê saet di 08.30ê de li otobûsan siwar bibin.  

Qonaxa Meşê navbera du sûlavan de ye

Meşa xwezayê dê li parkura 4 kîlometir di navbera Sûlava Yabanardê û Şêxandedê de bi beşdariya Walî Munîr Karaloglu û komek xwezahezan ve pêk were.

Bi hewldanên Walî Munîr Karaloglu herdu sûlavên Yabanardê û Şêxandedê ji aliyê Gerînendetiya Giştî ya Parkên Milî ve wek Parka Tebîetê hatibûn çespandin.

Her weha Şikeftên Birqeynê ku li navçeya Licê ye û bi xweşikiya xwe ve meriv pê sermest dibe ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bo qada meşa xwezayê hatibûn terxankirin û xistibûn ber xizmeta turîzma bajêr.

Li ‘Rêya Alazan’ pedal hatin badan, peyase hate kirin

Bi malovaniya Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin li Qerejdaxê geşta pisqêletan û meşa xwezayê li ‘Rêya alazan’ hatin lidarxistin.

Qerejdaxa ku malê hevpar ê Diyarbekir, Mêrdîn û Rihayê ye ji bo têkilî tora jeoprakan bête kirin serlêdan li UNESCOyê hate kirin û piştî wê ji bo hayê xelkê bi giringiya deverê bête xistin jî meşa xwezayê ya ‘Rêya alazan’ hatibû pêkanîn.