"TheFun Time of The Opera" li Diyarbekirê bû

 

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, "The Fun Time of The Opera" derxist pêş hunerhezên Diyarbekirî.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di çarçoveya Serdema Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de b, bernameyên xwe berdewam e.

"The Fun Time of The Opera" bi serperiştiya Musa Goçmen bi dirûşma “Di Operayê de Ne Xeyalet Şahî Heye” li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç hate pêşandan.

Şova operayê hunerhezan bi çepikan û fîtikan beşdarî pê re kir û hunerhezên Diyarbekirê eleqeyeke germ nîşan da.

“Şeva xweş a operayê bû”

Şef Musa Goçmen, got ku bi eleqeya zêde ya hunerhezên Diyarbekirî wan şeveke bi kelecan borand.

Goçmen, weha axivî:

 “Bîneran beşdariyeke baş tê de kir, pir zêde eleqe jê re hebû lewra ez dikarim bêjim me şeveke xweş a operayê borand. Ev bernameya ewil bû lê ez dibêm qey dê ya dawîn nebe. Çimkî bi vê hezkirinê hê gelek opera dê bête Diyarbekirê.”

Goçmen, bi bîr xist ku bi saya vê vexwendinê wan kariye xwe bigihînin welatiyan û weha pê de çû:  

 “Ez bi taybetî spasiya rêveberên bajêr dikim. Çimkî wan em vexwendin. Em karekî dikin, lê ji bo ev kar karibe bigihêje welatiyan giring e vexwendin hebe, organîzasyon bêne lidarxistin. Lewra ev vexwendin ji bo me pir giring bû. Ez spasiya hemû kedkarên vê organîzasyonê dikim. Bila ev şeva operayê ji bo Diyarbekirê bibe destpêk, hêvî dikim gelek bername bêne lidarxistin.”

Salname Lêgerîn

« Tebax 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31