Print this page

Tîmên dermankirinê 4 demsalan dixebitin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta parastina tenduristiya gel û rêlibergirtina nexweşiyên vegir dijî vektoran xebatên xwe yên dermankirinê didomîne.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, ji bo rêlibergirtina berbelavbûna popûlasyona mêş û kêzikên bi zirar ên mîna pêşû, kelmêş, axolk, qijnik û dûpişkan 7/24 saet di amadebaşiyê de ye.  

Şaredarî li meydanî bi 312 xebatkar, 60 amûrî ve 4 demsalên salê, deverên çirav, bêrmok, solîn, gol û gerînok ji bo mêş û kêzik hêkên xwe lê nekin xebatên dermankirinê birêve dibe.

Di xebata dermanreşandinê de ekîb, dermanên ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê pêşniyaz kirine û Wezareta Tenduristiyê jî ruxsed pê daye bi kar tîne, bi taybetî bi van xebatan rê li ber nexweşiyên vegir ên mîna ta, tifo, kolera, sorik, dîzanterî û jehdadanê digire.

Her weha yekeya dermankirinê dijî hêlîvankên mêşan li deverên zibil tê komkirin, gom û axûran, li cihên vêkdana bermahiyên organik, sergo û konteynirên sergoyan kontrolên birêkûpêk pêk tîne.

Her weha ji bo welatî bi rehetî karibin biçin ser mezelên miriyên xwe li dijî goristanan jî karê dermankirinê hate meşandin.

Ekîban, li ser goristana Yenîkoy, Şehîtlix, Deriyê Mêrdînê, Çiftehavuzan, Alîpar û Goristana Qedîm a Suryaniyan bi giştî li 19 goristanan bi beşdariya 27 ekîban derman reşandin.

Ekîbên ku li ser goristanan xebata paqijiyê meşand, bi taybetî giyayê demsalan bilind dibe ku kêzik lê vedihewin, derman reşandin.   

Hişyarî

Ekîban, welatî hişyar kirin ku wan derman li ser goristanan reşandiye lewra çêtir e ku ew pez û dewarê xwe lê neçêrînin da ku bi jehrî nebin.