Print this page

Bi serokatiya Walî Munîr Karaloglu projeyên DÎSKÎyê hatin nirxandin

 

Di civîna li bin serokatiya Walî Munîr Karaloglu de razemenî û projeyên Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) hatin helsengrandin.

Walî Karaloglu, di civîna li DÎSKÎyê de ji aliyê Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî ve hate pêşwazîkirin û 4 amûrên kolandin-barkirinê ku ji bo xizmetguzariyê hatine kirrîn, hatin nasandin. 

Walî Karaloglu, amûrên nû seh kirin û bo ceribandinê ajotin, paşê ji bo kombûnê derbasî Salona Civînan a Gerînendetiya Giştî ya DÎSKîyê bû.

Di civînê de ligel Karaloglu, Sekreterê Giştî Ayhan Kardan, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, alîkarên midûrî, serekên daîreyan amade bûn û tê de xebatên sala 2021ê yên DÎSKîyê hatin nirxandin.  

Walî Karaloglu, der barê xebat û projeyên sala 2022ê de agahî ji Firat Tutşî wergirtin û Tutşî der barê xizmetguzariya saziyê de gotarek pêşkêş kir. 

Karaloglu, diyar kir ku xebatên DÎSKîyê li navenda bajêr û navçeyan bi hemû kelegura xwe berdewam dikin û got ku DÎSKÎ ji ava vexwarinê heta kanalîzasyonê, ava baranan û heta binesaziyê di gelek waran de xizmetên baş dimeşîne.