Şaredarî di rojiyê de perê kartên sosyal radizîne

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya meha rojîya Remezanê ji bo malbatên destteng 400 lîre li hesabê wan razand.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta alîkarîkirin bi malbatên destteng û xudan pêdivî re desteka xwe ya razandina neqdî berdewam e.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, di meha rojîya Remezanê de ji bo 12 hezar û 588 malbatên destteng 400 lîre li kartên wan ên sosyal razand, bi tomerî ev alîkarî 5 milyon û 35 hezar û 200 lîre girt.

Bi SMSê hatin agahdarkirin

Bi rêya SMSê ji malbatan re agahî hate dayîn ku li hesabê wan ê bankê pere hatiye razandin, di peyama agahdarkirinê de ev gotinên Walî Munîr Karaloglu cih girtin:

“Welatiyê hêja, van rojên mübarek ku em ketine nav meha rojî Remezana pîroz, me got bila di sifreya we ya fitarê de xwêya me jî hebe. Şaredariya Bajarê Mezin 400 lîre li Karta Sosyala we razand. Bi xêr û xweşî be. Xwedê bereketa xwe bixê.”

Sala 2021ê alîkarî li 12 hezar û 110 malbatî hate kirin

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, di sala 2021ê de li 17 navçeyan destê hewarê gihande 12 hezar û 110 malbatan û ji wan re bi buhayê 9 milyon û 409 hezar û 50 lîre alîkarî kir.

130 hezar îkrama fitarê

Şaredariya Bajarê Mezin di meha rojî Remezanê de di saeta fitar û paşîvê de dê îkramên cur bi cur bike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, dê dema fitarê li rawestgehên komguhêzan, meydanên bajêr, ber deriyê nexweşxaneyan fitareyê belav bike. Dê li van qadan dezge û stant bêne danîn û li ser 130 hezar fitareya ji sandwîç, av û xurme pêk têt belav bike.

Xwarina fitarê dide 13 hezar û 500 kesî

Şaredariya Bajarê Mezin xebatên nimûne yên şaredartiya sosyal dimeşîne, bi vê mebestê dê li navenda bajêr û navçeyan xwarina fitarê bide 13 hezar û 500 kesên destteng.

Nexweş û çavdêrên wan jî nehatin jibîrkirin

Şaredariya Bajarê Mezin di mêvanxaneya nexweş û xizmên nexweşan de ji bo welatiyên mêvan meha Remezanê her roj dê fitar û paşîvê bide 500 kesî.

Li Mêvanxaneya di nav wargeha  Zanîngeha Dîjleyê de jî her roj dê paşîvê bidin 100 kesî.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31