Walî Karaloglu: “Ez bang li cihanê dikim dem dema kivşkirina Diyarbekirê ye”

 

 

Bi hevkariya Wezareta Ciwanan û Sporê, Walîtiya Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin bi mebesta jinûve kifşkirina xweşkûkiyên Çermûga Diyarbekirê meşa xwezayê, hilkişîna zinaran û pêşbirka raftîngê hatin lidarxistin Karaloglu:  

 “Mixabin ev 40 sal e hinek kes vî bajarî, vê herêmê, taybetiyên wê bi awayekî cuda nîşan didin, em ê rexmî van hêzan xweşkûkiyên vê herêmê ji nû ve bi mirovahiyê re parve bikin. Ez bang li cihanê dikim dem dema ji nû ve kifşkirina Diyarbekirê ye, dem dema ji nû ve nêrîna li Diyarbekirê ye.”

Walî Munîr Karaloglu, beşdarî pêşbirka raftinga ku  ji 7 herêmên Tirkiyeyê raftîngvan, bi sedan xwezahez, çiyagerên şareza dê beşdarî pêşbirkên Meşa Xwezayê ya Çiyayê Govendê, Hilkişîna Zinaran li Dola Sînagê û raftînga li ser Çemê Sînagê bibûn, bû.

Walî Karaloglu ji roja hatiye ser kar vir de ji bo şûnwarên dîrokî û turîstî yên bajêr derxe pêş projeyab bi pêş dixe, niha jî ji bo navçeya Çermûgê bibe cihê helkeftên rengîn pêngavek da destpêkirin.

Bername bi “Pêşbirka Raftingê” ya li ser Çemê Sînagê dest pê kir. Parkura pêşbirkê 2.950 metre bû, 7 tîmên raftîngê bin banê Federasyona Raftîngê ya Tirkiyeyê ji bajarên Mugla, Stenbol, Dersîm, Colemêrg, Şirnex û Wanê bi 7 tîman tê de başdar bûn. 

Pê re Walî Karaloglu ligel bi sedan çiyagerên ji navenda bajêr û derveyî bajêr beşdarî meşa li Çiyayê Govendê bû û di peyasa xwezayê de çiyageran 6 kîlometir rê qeter kir.

Paşê li Dola Sînagê pêşbirka Hilkişîna Zinaran bi beşdariya 20 bazvanên şareza di qonaxên 10 û 16ê metrî de hatin biencamdan.

Walî Karaloglu, bi ciwanan re govend gerand

Bername bû sehneya dîmenên rengîn, Walî Munîr Karaloglu ligel ciwanan govend gerand. Bi mebesta parastina jiyana suriştî Karaloglu kew berdan û giyayê nedîda yê endemik li beyaran çand.

Di dawiya bernameyê de Walî Karaloglu, serkeftiyên pêşbirka raftingê bi madalya û kupayê xelat kirin.

Karaloglu, di merasîma xelatan de axaftinek kir û bi bîr xist ku wan berê li rêya alazan a Qerejdaxê, li Sûlava Şêxandede ya Çermûgê û li Şikeftên Birqleyn ên Licê geryan pêk anîne û got, ew ê bi nasandina bedewiyên bajêr berdewam bin.  

Karaloglu aşkere kir ku gelek deverên Diyarbekirê hene ku hêja ye mirov wan bibîne û lê bigere û weha axivî:

 Mixabin ev 40 sal e hinek kes vî bajarî, vê herêmê, taybetiyên wê bi awayekî cuda nîşan didin, em ê rexmî van hêzan xweşkûkiyên vê herêmê ji nû ve bi mirovahiyê re parve bikin. Ez bang li cihanê dikim dem dema ji nû ve kifşkirina Diyarbekirê ye, dem dema ji nû ve nêrîna li Diyarbekirê ye. Ev banga me tenê ji bo yên derve nîn e, ji bo welatiyên me yên li Diyarbekirê dijîn, ji bo wan e jî. Gelek şêniyên Diyarbekirê hêj çiyayê Govendê nedîtiye, bila bên lê bigerin û nas bikin. Ez banî dinyayê dikim, dem dema jinûvekirin kivşkirina Diyarbekirê ye.”

 

Wek çavê xwe hizûra xwe biparêzin

Karaloglu diyar kir ku hizûr û ewlehiya li herêmê kartêkeriyeke baş li kerta turîzm û danasînê kiriye û axaftina xwe weha domand:

 “Niha hebûna herî bi nirx a ber destê me, hêjayê me, bi serokatiya Rêzdar Serokomarî ew hizûr û ewlehiya bi destê dewlet û miletê me hatiye avakirin. Divê em wek çavê xwe vê hizûra xwe biparêzin. Heke me ev hizûra xwe parast em ê karibin xweşkûkiyên herêma xwe bi dinyayê bidin nasîn. Nexwe em ê enerjiya xwe bi tiştên pûç têk bidin û heyfa miletê me û mirovahiyê.”

Ne Kapadokya lê ‘Diyardokya’

Karaloglu diyar kir ku ew hewl didin xweşkûkiyên Diyarbekirê bi cihanê bidin nasîn û weha axivî:

 “Em ê xweşkûkiyên Diyarbekirê bi mirovan re parve bikin. Vê gavê salnameya me ya sala 2022ê ya xweza û sporê amade ye. Înşelleh tevahiya salê em ê bedewiyên Diyarbekirê bidin nasandin. Li ser skura çiyayê Govendê, li ber şamperên perîyan me meşeke xweş kir. Me got vê derê Kapadokya nîn e lê bila ‘Diyardokya’ be. Paşê em daketin ser kaniya Çemê Sînagê. Em hatin serokaniya wê. Çîyagerên me li wir hilkişîne zinaran.”

“Bila Diyarbekir ne bi rondikan lê bi xweşiyan bête behskirin”

Walî Karaloglu bal kişand ku parka li Gêlê ji bo werzîşvanên xweza û sporê tête çêkirin hatiye ber qedandinê û axaftina xwe weha bi dawî anî:

 “Em dixwazin ku êdî Diyarbekir bi van delaliyên xwe bibe rojev. Bila Diyarbekir bi rondikên çavan neyên dîtin. Bila bi xirabî behsa wê neyête kirin. Bila hezkirin hebe, biratî hebe, dilsozî hebe. Ez sporvanên serkeftî pîroz dikim. Ji Muglayê heta bi Şirnexê çi dîmeneke spehî ye. Ev nimûna wê ye ku ciwanên vî welatî bi hev re bi birayetî karin çi û çi bikin. Bila raya giştî ya Tirkî bala xwe bide ser Diyarbekirê, em ê gelek ciwaniyan bi we re parve bikin.”

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31