Deriyê Serayê li hatûçûna peyayan vebû

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber xebatên restorasyonê Deriyê Serayê ji hatûçê re girtibû, derî careke din li hatûçûna peyayan hate vekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên xwe yên li ser Keleha Diyarbekirê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya UNESCOyê a Cîhanê de ye û bi şiara “Vejîna li Sûran” berdewam e.  

Serokatiya Daîreya Bajarvanî û Avedaniyê ji ber di karûxebata restorekirinê de xetera ketina kuçan ji sûrê hebû, Deriyê Serayê ji hatûçûna peyayan girtibû.

Kevirên sist hatin şidandin, derz hatin tijîkirin û rûberê bedenê hate paqijkirin paşê bendên li pêşiya Deriyê Serayê hatin rakirin û ew ji bo hatûçûnê hate vekirin.

Qonaxa 2yê li restorasyona Keleha Navîn

Di çarçoveya xebata restorekirinê de ji Deriyê Serayê pê de ber bi Hevselê ve 11 birc hatin restorekirin û dîwarê li ber Girê Amîda hate çêkirin.

Li hawirdora Girê Amîda û keleha Navîn xebata hawirçakiyê hate meşandin, xebatên kolandina arkeolojîk hatin kirin û “Rêya Romê” ya xwedan mêjoya 2000 sal jî hate derxistin.

Di xebatên kolandina van deveran de li Keleha Navîn deriyê 3 bircan hate derxistin.