“Keremke” bi hejmara nehê derket

 

Nûçenameya “Keremke” ku xizmetguzarî û projeyên Şaredariya Bajarê Mezin tê de hene, bi hejmara xwe ya nehê derket pêş xwendevanan.

Nûçenameya “Keremke” ku xizmetguzarî û projeyên Şaredariya Bajarê Mezin ên navenda bajêr û navçeyan li xwe digire, hejmara xwe ya nehê derxist.

Şêniyên Diyarbekirî, dikarin li ser malpera Şaredariya Bajarê Mezin, navendên kirrîn û firotinê, li siwareyên komguhêziyê, muze, navendên jinan û ciwanan û li qiraetxaneyên milet xwe bigihînin vê nûçenameyê.  

Her weha nûçenameya “Keremke” bi rêya xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin jî li cadeyên sereke li welatî û esnafan tê belavkirin.

“Li Diyarbekirê bişkiftiye bihareka teze”

Walî Munîr Karaloglu di hejmara nehê ya “Keremke” de gotarek bi sernavê “Niha bihareka teze ye wa li Diyarbekirê bişkiftî” nivîsand û tê de diyar kir ku bihar ji bo kesê dizanin bijîn hêvî, vejîn, mizgînî, nûbûn û bihûşt e “Û Diyarbekir bihar e, ji bo yê dizane bi biharê… di seqema çile de jî” bihar e wek biharê” xwe dide melhezekirinê, bihar mizgînî ye…”                

Karaloglu di nivîsa xwe de diyar kiriye ku dema wî dest bi kar kiriye wek biharê bifikire û xwe bide rêyeke nû fikiriye û weha gotiye:

 “Wek pelekê em bi rêyan ketin. Me bi şiara em ê her kujê bajêr, dilê her welatiyê xwe bipelînin dest bi xebatê kir. Xizmeta çavê wî lê, bendewarê wê, berhem bû; eşq bû, şewq bû, niyet bû, dilsozî bû, ked bû.. Ya diket ser milên me “Ser seran ser çavan” bû. Me jî ji dil weha got. Me bihara xizmetê li Diyarbekirê da destpêkirin.”

Karaloglu amaje bi vê hejmara ‘Keremke’yê kir ku xwendevan dê tê de xizmetguzariyeka mîna mizgîniya biharê, projeyên ku kulîlk kulîlk dibişkivin, rûyê bajêr ê ku ji wan wetrê reş dibû bi projeyan ka çawa wek gulekê geş bûye bibînin û gotara xwe bi van gotinan gihand binî:  

 “Em dizanin û bawer jî dikin ku, bi bendemanê bihar nayê. Em, bi hemû dam û dezgehên xwe ve, bi hemû ekîba xwe ve bi hev re dixebitin û em ê xizmetê bi pêş bixin. Em ê projeyan bo bajêr bi pêş bixin, em ê projesazan bînin bajêr; em dê her projeya ku dê bo Diyarbekirê bibe bihar û biharê bîne bajêr destek bikin. Mirad û kesera me, bihara Diyarbekirê ye. Ku insanên xwe bigihîjin wê bihara ku bi hesreta wê ne. Gava salname biharê nîşan didin, xizmet û berhemên me jî di dilê we de, hêvîdar im ku şahiya biharê bînin. Niha bihareka teze ye li Diyarbekirê bişkiftî û bi izna Xwedê, em heta ku tev bi hev re bin, em ê tim biharê bijîn. Ji bo siberojeka ronî ya Diyarbekira me em ê bi hev re vê meşa xwe ya dûredirêj bidomînin. Herweha salname bihara rojî Remezanê jî nîşan didin. Ez dilniya me ku Remezaneke xweş û geş bi ser me de were, ez Remezana hemû welatiyên me ji dil û can pîroz dikim.”