Ciwanên jêhatî bo Belediyespora Şaredariyê gihandin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ciwanên jêhatî ku şiyanên wan di Fêrgehên Sporê de têne dîtin arasteyî Klûba Belediyesporê dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, bi mebesta ciwanên jêhatî arasteyî werzîşê bike di bin banê Fêrgehên Sporê de ciwanan digihîne û wan dike sporbazên xudan lîsans.

Zarokên di Fêrgehên Sporê de têne kevşkirin, di tîmên U12, U14 û U16 ên futbolê de lisansa wan tên çêkirin û arasteyî Klûba Belediyesporê ya Şaredariya Bajarê Mezin têne kirin.

Ahmet Yildirim zarokek e ku ji bo Klûba Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin hatiye wergirtin, got berê wî li kuçeyan goganê dikir, paşê beşdarî Fêrgeha Sporê bûye û bi rêkûpêk beşdarî rahênanan bûye. 

Yildirim, weha axivî:

 “Rahêner bi şiyanên min hesîyan û ez birim li Klûba Belediyesporê ya Şaredariya Bajarê Mezin lisansa min çêkir. Ji ber vê derfetê ez spasîyê li Walî û Şaredariya Bajarê Mezin dikim.”

Baran Yildiz sporman e, diyar kir ku armanca wî ew e ku di lîgeka rajor de bileyîze.

Yildiz, weha axivî:

 “Di Fêrgehên Sporê de me rahênanên xwe dikirin. Li vir xuya ye min bala rahêneran kêşaye ser xwe û lisansa futbolê bo min çêkirin. Armanca min ew e ku di lîgeke bilind de bilîzim. Ji ber van derfetan min ji we minet e.”