Şaredariya Bajarê Mezin, salnameya çand û hunerê ya meha Nîsanê ku taybet e bi meha rojîyê aşkere kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya “Serdema Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran” de bernameyên taybet ji bo rojî Remezanê amade kir.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bi bernameya “Bi Barişcan re Otobûsa Remezanê” her roj li tax û gundekî digere û ji bo zarokan şahiya Remezanê pêk tîne.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di navbera 25 Nîsan-2ê Gulanê de li Meydana Mizgefta Qurşinî dê ‘Rojên Pirtûkên Weşanên Dînî’ boneya rojîyê pêk bîne.
Di hefteya dawîn a Remezanê de, dê li Meydana Mizgefta Qurşinî li Qada Helkefta Remezanê ‘1emîn Festîvala Tizbîyan a Mezopotamyayê’ li dar bixe. Festîval 25ê nîsanê dest pê dike heta 2ê gulanê didome.
Bi beşdariya hunermendên wêneyan ên Diyarbekirî dê ‘Pêşangeha Fotoyên Têkel a Ji Pencereya Manewiyatê Diyarbekir’ bête lidarxistin. Pêşangeha nêzî 100 wêneyan li xwe digire, dê li Pêşangeha Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç di navbera 11-30ê nîsanê de bête pêşandan.
Bi boneya “Stranên Nejibîr” dê Mustafa Cîhat, 8ê Nîsanê saet 21.30ê Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç dê qesîdeyên xwe bibêje.
Koma Musîqeya Tesewifî ya Şaredariya Bajarê Mezin jî dê 18ê Nîsanê saet 21.300ê konsereke taybet bona rojiyê pêşkêş bike.
Koma Muzîka Hunerê ya Tirkî ya Şaredariya Bajarê Mezin jî bi serperiştiya Meltem Macit dê roja 19ê Nîsanê saet 21.30ê li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç konsereke taybet bide.
Yusuf Guney, bi stranên xwe, helbestên xwe û sohbetên xwe yên Remezanê dê 24ê nîsanê, Îbrahîm Sadrî 25ê nîsanê bi şi’r û sohbetên xwe, Koma Dergah 26ê Nîsanê bi qesîdeyên xwe, Sufî Mehter 28ê Nîsanê, Mesûd Kurtîş jî 29ê Nîsanê dê li Meydana Qurşinî derkevin pêş şêniyan.
Di konsera ‘ Bihûrka Şakaran” de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ve tê lidarxistin dê Bernameya Taybet a Remezanê birêve biçe. “Bihûrka Şakaran 3” 30ê nîsanê saet 21.30ê dê li Meydana Mizgefta Qurşinî derkeve pêş xelkê Amedê.
‘Resîtala Pîyanoyê ya Tuluyhan Ugurlu' tê pêşkêşkirin
Pîyanistê naskirî Tuluyhan Ugurlu, 22ê Nîsanê saet 21.30ê dê li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç dê xebata xwe “Xasên Anatolyayê” pêşkêş bike.
Bo rojiyê şanoyên pêkenok dê hebin
Yusuf Duru çîrokbêjekî naskirî ye, bernameya wî Çîrokên Meddah dê 25ê Nîsanê saet 16.00ê li Meydana Mizgefta Qurşînî bête pêşkêşkirin, şanoya “Qutul Amare 1916 jî dê 29ê Nîsanê saet 15.00 li NÇKya Sezaî Karakoç li pêşberî şanohezan be.
Gotûbêjên taybet bona Remezanê dê hebin
Nivîskar Mîm Kemal Oke ku li Tirkiyê kesî yekemîn e bi temenekî biçûk bûye profesor dê bi gotûbêja ‘Hilma Eşqê’ 9ê nîsanê saet 21.30ê, Necla Nazir bi sohbetên taybet ên remezanê dê 12ê nîsanê saet 11.00ê, “Sultanên Bajêr” jî 17ê nîsanê saet 21.30ê dê li NÇKya Sezaî Karakoç bêne lidarxistin.
Bîranîna Necip Fazil Kisakurek dê hebe
Di bernameya Rêz Ji Ustadî Re ku her meh ji aliyê Seroaktiya Daîreya Karûbarên Çandê û Kongreyan ve tê lidarxistin dê Necîp Fazil Kisakurek bête yadkirin. Di bernameyê de dê helbestên şairê mezin bên xwendin û serpêşiya bernamey’ê stranbêj Yucel Arzen li NÇKya Sezaî Karakoç birêve dibe.