Karaloglu dibe mêvanê fitara welatiyan

 

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, li navçeya Çinarê çû gundê Beşpinarê û bû mêvanê fitara malbata xizmên Îsa Topval.

Karaloglu serdana gundê Peşpinara Çinarê kir û bi malbata Îsa Topvalê sala 1992ê di şerekî de canê xwe daye fitara xwe kir.

Karaloglu, piştî bernameya fitarê di çarçoveya bernameya serdana nexweşan de bû mêvanê Hava Dalgiça 82 salî û malbata wê.  

Karaloglu, destê Dalgiçê ramûsand, dua jê xwestin û bi malbata wê re demekê sohbet kir.

Piştî malbata Dalgiç walî Karaloglu serdana malbata Çîçek kir û bi malbatê re çay vexwar, sohbet gerand.

Piştî serdanan Karaloglu li Mala Şînê ya Beşpinarê bi gundîyan re hevdîtinek pêk anî û bi bîr xist ku li vê cografyayê salên dirêj rûdanên diltezîn qewimîn, dayik girîyan.  

Karaloglu got, “Hemd ji Xweda re niha em rojên nexweş li paş man. Xwedê careke din van nexweşiyan nede me. Ji bo ev nexweşî çênebin divê em tifaqa xwe, hevgirtina xwe û hezkirina xwe xurttir bikin.”

Karaloglu, weha axivî:

 “Em zarokên heman şaristaniyê ne, em xwedan heman baweriyê ne, em yên heman çandê ne. Ku dayikên me zimanê wan ji hev cuda be ev nîşana yekanebûna Xweda ye. Ji bilî wê tu bandorê vê li ser me nîn e. Rêyeka muhebetê jî hev nas kirine. Yunus Emre dibêje, ‘were em hev binasin karî hêsan bikin. Hez bikin bila ji me bikin ev dinya ji ti kesî re namîne.’ Em ê hev binasin. Em ê ji hev hez bikin. Înşelleh li dinyaya dîtir jî Rebê me dê me bi hev re bixuliqîne. Hêvî dikim em bin ala Mihemedî şîn bibineve.”

Walî Karaloglu pirsgirêk û daxwazên welatiyan guhdar kirin, ji bo çareserkirina wan jî xwest demildest gav bên avêtin.   

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31