Print this page

Li Baglarê avahiyekî nequle hate hilweşandin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, avahiyeke ku li gorî plansaziya avedaniyê di nav rê de dima rûxand.   

Serokatita Daîreya Avedaniyê, dijî hewldanên bajarvaniyê nelihev xebatên xwe didomîne û bi vê mebestê xaniyê ne li gorî plana avesaziyê yê li ser Bulvara Medîne ya Baglarê dest danî ser.

Ekîbên şaredariyê, li ser cadeyên tevdîr girtin û paşê xanî herifand.

Piştî hilweşandinê bermayî bi komyonan ji bo qada hefrîyatê hatin guhastin.

Xebatên arizîkirina li ser Bulvara Medîne ya li taxa Şeyhşamîl berdewam dikin piştî xebatên vir bi dawî hatin Bulvara Karacadax ku Cadeya Goristanan û Bulvara Medîne digihîne hev, dê hawirçakî bête kirin.