Walî Karaloglu, xebatên qonaxa 5ê ya restorekirina Sûran seh kirin

 

Karaloglu:

“Armanca me ew e ku em Sûrên Diyarbekirê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê de ne, nirxa hevpar a mirovahiyê ne û gava em behsa Diyarbekirê dikin herî pir wan derdixin pêş û pê şanaz in, muhafeze bikin û bi halê xwe yê resen wan bigihînin ber destê nifşên dahatî.” 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xebatên qonaxa 5ê ya restorekirina sûran ku Şaredariya Bajarê Mezin bi dirûşma “Vejîna Sûran Berdewan e” dimeşîne û dê tê de 11 birc bêne restorekirinê, venêrtin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta Sûrên Diyarbekirê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê a UNESCOyê de ye bigihîne siberojê xebatên restorekirinê bi berfirehî didomîne. 

Tê zanîn Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya sala par bo Diyarbekirê xwestibû ku bircên hejmar 63 û 73 ku li Newala Dîjleyê dinêrin û Rojhilatê Sûran li xwe digire, bên çêkirin jî tê de dê 11 birc bêne restorekirin. 

Walî Karaloglu, piştî ku xebatên restorekirinê venêrt daxuyaniyek da û got, di qonaxa 5ê de dê xebat ji Keleha Navîn dest pê bike 950 metir, deverên ber bi Dîjleyê ve ye û hilweşîyane dê bêne çêkirin.

“Me sûr çawa ji pêşiyên xwe girtiye em ê wisa ji nevîyên xwe re bihêlin”

Karaloglu diyar kir ku bi demê re bi destê hinek mirovan gelek ziyan gihîştiye bircan û weha axivî:

 “Di berê paşiyê yê sûran de hin mirovan dîwarê xanîyê xwe bi bedenan ve zeliqandibûn, ji bo xaniyê xwe fireh bikin, dîwarên bedenan jê hilanîne û ev kevirên orjînal ên dîwaran li taq û bendên xaniyê xwe bi kar anîne. Aha ev hemû dê bi restorasyonê bêne çareserkirin, înşelleh me sûr çawa ji pêşiyên xwe wergirtine em ê wan wisa jî ji neviyên xwe re bihêlin, derdê me ev e.”  

“Em ê dîmeneke ciwan bînin pêş”

Karaloglu bi bîr xist ku ji bilî karê restorasyona li sûran, berê ji aliyê Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve deverên şevnişîn hatine paqijkirin û şûna wan Baxçeya Milet hatiye çêkirin.  

Karaloglu, ev gotin anîn ziman:

 “Piştî ku ev karê restorekirinê gihîşt encamê her dîsa em ê li ser heman deverê projeya rekreasyonê ku ji aliyuê heman saziyê ve hatiye pejirandin bimeşînin. Yanî dîsa em ê li vê deverê seyrangehekê dabîn bikin da ku gel bêt ji xwe re tê de bigere. Piştî ev restorekirin bi encam hat dê îhaleya wê bête kirin û înşelleh dê dîmeneke gelek ciwan ji wê derê peyda bibe ku gelê me yê nava bajêr û derveyî Diyarbekirê karibe bêt û ji xwe re tê de bigere.”

Karaloglu aşkere kir ku piştî qoanaxa 5ê dê xebatên qonaxa 6ê bêne destpêkirin, ku ev pêl dê Birca Keçikê û Deriyê Mêrdînê li xwe bigire û weha domand axaftina xwe:

 “Bi encama hevdîtina me ya ligel Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Avhewayê înşelleh 500 metir qada mayî jî nêzik em ê bidin ber îhaleyê. Armanca me ew e, ku em demeke zû daxwaza Serokomar Recep Tayîp Erdogan a bo restorekirina Sûrên Diyarbekirê bi encam bînin. Armanca me ew e, ku em Sûrên Diyarbekirê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê de ne, nirxa hevpar a mirovahiyê ne û gava em behsa Diyarbekirê dikin herî pir wan derdixin pêş û pê şanaz in, muhafeze bikin û bi halê xwe yê resen wan bigihînin ber destê nifşên dahatî.”

Karaloglu di serî de Serokomar Recep Tayîp Erdogan, spasiya Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Avhewayê kir û got, mebesta wan ew e ku ew di nava 500 rojan de qiamê 150 metir ê sûran çêkin û bixin b er xizmeta welatiyan.  

Li devera Benûsenê nêzî 500 avahî hatin arizîkirin

Karaloglu amaje bi xebatên paqijiya ji sergoyan a Şaredariya Bajarê Mezin jî kir û got li rexmî xebata restorekirinê Şaredariyê li herêma Benûsenê nêzî 500 avahiyên xwemalî arizî kirine, ji bo wê bi şêniyan re lihev hatine û wan û welatiyan hevdu aza kiriye.

Karaloglu, ev gotin bilêv kirin:

 “Bêyî ku bikevin ber dadgehê ew avahiyên wê derê hatin ramalîn. Niha me projeyeka rekreasyonê ji bo wê derê heye, îhala wê hate kirin. Piştî dema îtirazê bi dawî bû em ê gazî mutahîdî bikin û pê re girêbestê girêdin. Înşeleh di nava vê salê de em ê projeyeke xweşik ji bo devera sûran bi qiyasa meşê li aliyê derve ji Deriyê Rihayê heta Deriyê Mêrdînê bi encam bidin. Îhale amade ye. Her weha Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ji bo vê derê jî piştgiriya fînansî dike.  

“Em ê nivîsk û kitabeyên ser Sûran temaşe bikin”

Karaloglu destnîşan kir ku bi pêkhatina projeyê re dê bajêr şêntir bibe û weha axivî:

 “Gava me proje bi encam anî bi rastî dê gelek ferq di navbera wêneyên wê hingê û berî du salan ên wê derê hebe. Wê demê em ê karibin li aliyê derve li ber sûran ji xwe re bigerin, li nivîsk, rolyef û kitêbeyên ser bircan temaşe bikin û demeke xweş ji ger û geşta sûran derbas bikin.”

Karaloglu bi bîr xist ku li taxên Ferik Koşk û Dîcle yên Fîsqeyayê projeya veguhertina bajarvanî ya Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Avhewayê heye û weha got:

 “Aniha em liv ê deverê nêzî 250 xaniyan hildiweşînin. Niha rûxandina van xanîyan tête kirin. Her weha çep û rastê Fîsqeyayê dê tevde bête ramalîn û ev dever tevde dê ji bo qadên hêşîn û seyrangehê bên terxankirin. Li wê derê êdî xanî çênabin. Ew dever ji sertapê dê bibe devera hêşînahî û dê milê Fîsqeya yê Baxçeyê Miletî yê Newala Dîjleyê durist bibe.”

Walî Karaloglu, piştre serdana restorekirina li ser Mala Wêjekarê Diyarbekirê Elî Emîrî û xebatên restorekirina qonaxa yekê ya li devera Benûsenê û Birca Heftbira kir.

37 birc tên restorekirin

Bi serkêşiya Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvanîyê di sala 2020ê de bi şîara “Vejîna Sûran Dest Pê Dike” xebatên restorekirinê hatin destpêkirin û di qonaxa 1ê de 2 bircên dora Deriyê Rihayê, Birca Benûsenê (Birca Mezin), Birca Heftbira, Birca Nûr û Birca Selçuqî jî tê de 6 birc û dîwarên navberê hatin çêkirin.  

Di qonaxa 2yê de 11 bircên Keleha Navîn û bircên hejmar 75-76 yên rûberê derve jî pê re 13 birc hatin restorekirin, dîwarê dora Girê Amîda hate şidandin û xebatên hawirçakiya li deverê berdewam dike.

Birca Deriyê Çiyê ku dê bibe Muzeya Xetat Hamid Aytaç, ligel Bedena Tenê û bircên hejmar 7,8 jî di çarçoveya qonaxa 3ê de tên çêkirin û ji sedî 16ê wê hatiye duristkirin.

Wezareta Çand û Turîzmê, di çarçoveya xebatên qonaxa 4ê de ji bo bircên hejmar 75 û 76ê îhale pêk anî.