DÎSKÎyê li Bismilê ariza boriya avê çareser kir

 

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), li taxa Sanayî ya bi ser navçeya Bismilê derza ji ber qutbûna ceyranê li borîya avê ketî, çê kir.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê li navenda bajêr û 13 navçeyan bi xebatên xwe yên derbarê binesazî û ava vexwarinê de berdewam e.

Danê êvarê li xeta borîya avê ya pola ku ava taxên Tekel, Şentepe, Esentepe û Seyrantepeya Bismilê pê tête dabînkirin arizeyel peyda bû, ekîbên şaredariyê desmildest dest li arizeyê werdan û berd estê sibê pirsgirêk çareser kir.

Piştî çareserkirina arizeyê ber destê sibê dîsa av berdan 3 taxên Bismilê.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, der barê arizeyê de agahî ji rayedaran wergirtin.