Pêşangeha “Ji Paceya Manewîyatê Diyarbekir” li dar ket

 


Şaredariya Bajarê Mezin, malovanî ji “Pêşangeha Wêneyan Ji Paceya Manewiyatê Ve Diyarbekir” kir, ku tê de wêneyên şûnewarên manewî bi çavkê fotokêşên Diyarbekirî hatiye girtin, tên pêşandan.  

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî di çarçoveya Serdema Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de” bi boneya meha rojî Remezanê bernameyan li dar dixe.

“Pêşangeha Wêneyan “Ji Paceya Manewiyatê Ve Diyarbekir” kir, ku tê de wêneyên şûnewarên manewî bi çavkê fotokêşên Diyarbekirî hatiye girtin, li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç hate lidarxistin.

Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî Alî Çelîk, di vekirina pêşangehê de diyar kir ku bi dirûşma Bihara Remezanê wan ji serê rojiyê ve ye dest bi bernameyên cur bi cur kiriye.

Çelîk weha axivî:

 “Em ê pêşangeha ji wêneyên fotokêşên Diyarbekirî pêk tê û der barê şûnwarên manewî de ye vekin. Pêşangeha me ser xêrê be.”

Piştî axaftinan Çelîk û fotokêşan qurdeleya vekirinê birî.

Pêşangeh, heta 26ê nîsana 2022ê vekiriye.