Print this page

Karaloglu: “Li her 17 navçeyên Diyarbekirê xebat tên kirin”

 

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, li Taxa Arapkentê ya navçeya Bismilê bû mêvanê fitara welatiyan, li gundê Barava jî bi welatiyan re çay vexwar

Karaloglu:

“Li 17 navçeyan hemûyan, li gundên wan li navendên wan li her derê em ji bo çareserkirina pirsgirêkêrn welatiyan bizavê dikin. Bi agahdarkirina we hayê me ji pirsgirêkan heye, me ew xistine dorê. Dor bi dor em wan çareser dikin.”

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, li Taxa Arapkentê ya navçeya Bismilê bû mêvanê fitara welatiyan.

Karaloglu, serê pêşîn serdana gundê Koselî kir, xebatên çêkirina Medreseya Abdulkadir Karavil û Mizgefta Mihammed Alî Tahir saxtî kirin. Piştre berê xwe da gundê Arapkentê û beşdarî fitara welatiyan bû.

Piştî fitarê jî çû gundê Barava û liv ir bi welatiyan re rûnişt û bi wan re çayek vexwar.

Karaloglu, silav û xweşbêjî bi şêniyan re kir û guhê xwe da pirs û daxwazên wan. Daxwazên wan ên ji Şaredariyê ji wan pirsin.

Karaloglu, di axaftina vir de, bal kişand ku wan rojî Remezan wek derfet bi kar aniye û her roj ew li deverekê bi beşek civakê re fitara xwe dikin.

Karaloglu weha axivî:

 “Her êvarê em li navçeyeke cuda bi derdoreke cuda ya civakê re rûdinin û derdê xwe parve dikin, guhê xwe didin welatiyan. Gotinên me hene, em wan dibêjin. Heke gotinên welatiyan hebin em wan guhdar dikin, nîşeyan hildidin. Heke kêşe hebin em hewl didin ku çareser bikin.”

“Kî qesta hizûra me bike divê em rê nedinê”

Karaloglu bal kişand ku li Diyarbekirê hawira aramî û ewlehiyê pêk hatiye û axaftina xwe weha domand:

 “Diyarbekir belkî serdema xwe ya herî aram û herî ewle ya 40 salên dawî dijî. Binêrin, hingûrê şevê em tev bi hev re li vê derê ne. Em rûniştin, dewlet, milet ji xwe re derdê xwe dibêjin. Xwedê hizûr û ewlehiya me têk mede. Bes her kî hewl bide vê hizûra me têk bide divê xelkê me yê Diyarbekirî, Bismilî Baravî rê nede wan kesan. Ji nêzikê me heta dûrê me vî miletî gelek kişand. Êdî kî qestî aramî û ewlehiya me bike divê em rê nedinê. Divê em jê re bibêjin dûrî me herin.”

Karaloglu bi bîr xist ku ev du sal e ew Waliyê Diyarbekirê û cîgiriya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin dike, ligel da û dezgehên cemawerî, gerînendetiyên bajêr, gerînendetiyên herêmî, qerymaqaman, Şaredraiya Bajarê Mezin, şaredariyên navçeyan tev bi hev re xizmetguzariya Diyarbekirê dikin.

“Em pirsgirêkan yek bi yek çareser dikin”

Karaloglu, weha axivî:

 “Li tevahiya 17 navçeyan, ji gundên wan heta navenda bajaran li her derê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyan hewldanên me hene. Ma me her kêşe çareser kir, nal ê ez dikarim bibêjim, me hay ji pirsgirêkan heye. Çimkî em tim û tim bi we re hevdîtinan dikin. Bi agahkirina we hayê me ji pirsgirêkan dibe, me ew xistine dorê. Em dor bi dor wan çareser dikin. Hûn jî vê yekê dibînin. Aniha li 17 navçeyên Diyarbekirê wekî şantiyê xebat hene. Ji bo ev xebat dewam bikin divê aramî û ewlehî jî dewam bike. Me enerjiya xwe ji bo nearamiya rêxistina fitn û fucûrê li herêmê peydakiribû têk bidin, serf kir. Lê îro hemd ji Xwedê re em enerjiya xwe ji bo çaerserkirina pirsgirêkên welatiyan serf dikin.”

Karaloglu amaje pê kir ku Serokkomar Recep Tayîp Erdogan gelekî giringiyê dide Diyarbekirê û weha axivî:

 “Diyarbekir bi siûd e, çimkî heta niha me kîjan pirsgirêk bire nik Rêzdar Serokomar Recep Tayîp Erdogan di cih de bê dudilî piştgiriya wê projeya me kir. Talimat dan wezîrên xwe. Wezîrên hêja jî yek bi yek bi projeyên me yên bo Diyarbekirê re mijûl dibin. Li ser navê we ez, spasîya Rêzdar Serokomar, rêzdar Wezîran û rêzdar Parlamenteran dikim.”

Piştî axaftinê Karaloglu, guhdarîya giliyên gundiyan û muxtarên gundan kir, ji bo çaerserkirinê talimat da rayedarên berpirsyar.