Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, bi qeymaqamên navçeyên navendî û muxtaran re fitara xwe kir.
Bernameya fitarê li oteleke li Yenîşehirê birêve çû û Walî Karaloglu daxwazên muxtaran guhdarî kirin û ji wan pirsî ka çi ji Şaredariya Bajarê Mezin dixwazin.
Karaloglu di axaftina vir de got ku meha Remezanê meha rehmet, bereket, hevparkirin, hevgirtin, aştî, têgihîştina halê kesanên dîtir û xwe nûkirinê ye.
Karaloglu diyyar kir ku wan meha rojî Remezanê wek derfetekê bi kar aniye bi vê minasebetê her fitarê li cihekî cuda li ser sifreya qismekî din re fitara xwe dikin û bi wan re hevdîtinan dikin.
Karaloglu aşkere kir ku ji ber pandemiyê heta niha hevdîtineke weha mezin nehatiye lidarxistin û weha axivî:
“Ev 2 sal e ez wek Waliyê Diyarbekirê, Cîgirê Serokê Şaredariay Bajarê Mezin ji bo vî bajarê qedîm û ji bo mirovên delal ên vî bajarê rengîn xizmetê dikim. Ji ber pandemiyê heta niha em car bi car hatin cem hev. Şukir ji Xweda re hem li Diyarbekirê hem li seranserê welatî me pişta pandemiyê şikand. Pandemîyê, em, civak û mirovahî westand. Pêlvedanên niha li pîyasayê seba vê pandemiyê ye. Ji ber pandemiyê li dinyayê gelek kêmasiya serçaviyan peyda bûye. Xweşbextane ye em di vê dinyayê de hê jî li refikên me erzaq heye. Lê li cihanê refikên marketan vala bûne. Em baweriyê bi welatê xwe û Serokomarê hêja tînin.”
“Ji bo Diyarbekir îmtîyaz heye”
Karaloglu amaje pê kir ku li Diyarbekirê ji aliyekî ve ji aliyê parêzgariyê ve ji aliyekî din ji aliyê Şaredraiya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan ve seferberiya xizmetguzariyê dane destpêkirin û got, ew hem bi derde welatiyan ve mijûl dibin hem jî bi hawara pirsgirêkên wan radibin.
Karaloglu, axaftina xwe weha domand:
“Hê me hemû pirsgirêkên li 17 navçeyan çareser nekirine. Lê heke li her 17 navçeyan pirsgirêk hebin bawer bikin hayê me jê heye. Niha ji bo çareserkirinê hemû ekîb li ser karê xwe ye. Li Diyarbekirê îş ber bi başiyê ve diçin. Niha her 17 navçeyên me bûne cihên şantiyê. Bi meha gulanê re em ê xebata ser rêyên gundan bidin destpêkirin. Ji aliyê din li gundan pirsgirêka avê tête çareserkirin. Derfeta me heye, jêderkên dewleta me hene. Ji bo Diyarbekirê îmtîyaz têt kirin. Ev ji ber nêrîna Serokomar, wezîran û helwdanan parlamenteran pêk tê.”
Karaloglu diyar kir ku heçî muxtar in di navbera dewlet û gel de mîna pirê ne û got, ew ê her cure destekê bidine muxtaran.
“Hizûr û ewlehiya civakê di ser her tiştî re ye”
Karaloglu detnîşan kir ku Diyarbekir aniha yek ji bajarê herî aram û bextewar ê Tirkiye û cîhanê ye û weha axivî:
“Ji bo pêkanîna vê gelek bedel hatin dayîn. Ji welatiyên sivîl bigire heta karmendên cemaweriyê gelek hevalên me şehit bûn û bûn gazî. Esas kesên li vî bajarî dijîn gelek nexweşiya vê kişand. Zirar dane malê we, milkê we, canê we. Êdî nikarin ji ber terorê li herêmê aramiya we têk bidin. Divê em qedrê vê rewşê bizanibin, wek çavê xwe jî biparêzin. Heke kesine qesta vê bikin divê em li ber xwe rawestin. Nirxa herî mezin a vê civakê aramî û ewlehiya wî ye. Heke aramî û ewlehî hebe, îş jî dê hebe nan jî. Bila jiyan hebe li vî bajarî. Bila kuştin û rondikên çavan nabin. Ji bo vê barê we muxtaran gelek giring e.”
Karaloglu bal kişand ku li bajêr ligel sûcên dijî sazûmana cemaweriyê ew ê rê nedin tawanên dîtir jî û got di vî warî de xebatên wan ên cidî hene.
“Em ê vî bajarî bikin bajarekî ku her kes dixwaze tê de jiyan bike”
Karaloglu amaje pê kir ku bi taybetî li dijî sûcên narkotîkê têkoşîneke wan a bêmefer heye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî anî:
“Aniha asayîşa me û cendirmeyên me xebateke cidî dikin. Di warê narkotîkê de li navçeya Baglarê xebata me ya qada narko heye, em ê vê xebatê li navçeyên Yenîşehir, Sûr û Peyasê jî bimeşînin. Em ê rê nedin van bêşerefên ku zar û zêcên me jehrî dikin. Li Diyarbekirê heta ku em koka sûcên narkotîkê, bahîsên neqanûnî, tefecîtî û rêxistinên sûcên bi organize bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Parastina ewlehî, bextewarî û saxlemîniya welatiyan li ser stûyê me ye. Rojên dahatû em ê dijî van çeteyan jî têkoşîneke bêeman bimeşînin. Em ê tev bi hev re vî bajarî bikin bajarekî wisa kul i Tirkiyeyê jî li cîhanê her kes biheside û bixwaze tê de jiyan bike. Di van hemî mijaran de alîkariya we gelekî giring e.”
Piştî axaftinan Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan der barê xebatên Şaredariya Bajarê Mezin de gotarek pêşkêşî muxtaran kir.