Print this page

Li Mala Zanînê bernameya rojiyê birêve çû

 

 

Xwendekarên di Malên Zanînê yên bi ser Şaredariya Bajarê Mezin de perwerde dibin bi boneya rojî Remezanê bernameyek li dar xist.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, bi mebesta piştgiriyê bide perwerdeyê li malên zanînê ku kursên bêpere dide xwendekaran bernameyên sosyal bo xwendekaran li dar dixe.

Di bernameya li Mala Zanînê ya Navendî de, xwendekaran hest bi manewiyata rojîyê kir.

Bername, bi xwendina Quranê ya ji aliyê xwendekaran Îqra Menteş û Emîr Demîr ve dest pê kir.

Koma qesîdebêj a xwendekaran tevî erbaneyê qesîdeyên xweş ji bo beşdaran xwendin.