Print this page

DÎSKÎ paqijiya depoyên avê dike

 

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), li depoyên avê yên 4 navçeyên navendî xebata çaksazî û paqijiyê da destpêkirin.

DÎSKÎyê, li ser depoyên avê yên li navçeya Peyas, Baglar, Yenîşehir û Sûrê xebata paqijî û çaksaziyê da destpêkirin.

Ekîb, di çarçoveya çaksaziya depoyan de rûyê wan ê hundir û dreve boyax dike, vaneyan diguherîne, hesin, izolasyona wan nû dike, derdora depoyan dijî derbên derve pejan dike û paqijiya depoyên avê û nava wan dike.  

Şaredariyê li Baglarê 13, li Peyasê 10 û li Yenîşehrê depoyek avê paqij kir û xebata paqijiya 36 depoyên li navçeya Sûrê berdewam e.  

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebata çaksaziya ser depoya avê li ya gundê Kengirê ya Sûrê di cih de saxtî kir û der barê xebatan de agahî ji karmendan wergirtin.