Print this page

DÎSKÎ kêşeya avê ya Goristana Tanişikê çareser dike

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya Goristana Gundê Tanişikê xebat dan destpêkirin.

DÎSKÎ, ji bo dar û mêrgên li Goristana Gundê Tanişikê zuha nebin bi tankêran av kişande nav mezelan û ji bo çareserkirina kêşeya avê xebatên etûtê dan destpêkirin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya Goristana Gundê Tanişikê saxtî kirin û der barê wan de agahî ji rayedaran wergirt.

Tutşî, bi şêniyên gundê Tanişikê re rûnişt û got ku ew ê demeke herî nêzik pirsgirêka wan çareser bike.