Print this page

Mêvanxaneya Şaredariyê fitar û paşîvê dide nexweşan

 

Şaredariya Bajarê Mezin di mêvanxaneya xwe de nexweş û xizmên nexweşan ên derveyî bajêr diezimîne û fitar û paşîva rojiyê dide wan.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo nexweş û xizmên nexweşan jê sûdê werbigirin ji sala 2017ê ve ye mêvanxaneyeke xwedî 136 ode û xwedî 391 nivîn ava kir, bi boneya rojî Remezanê ji bo mêvanan şîv û paşîvê amade dike. 

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî bi destê aşpêjên devliken fitar û paşîvê ji bo mêvanan amade dike û mêvan rojî Remezana xwe di germahiya mala xwe de diborînin.

Xizmên nexweşan l inik nexweşên xwe, li mêvanxaneyê rojiyeke baş derbas dikin.

“Em nexweş û xizmên wan ên nikarin biçin mala xwe dihewînin”

Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Hayrullah Akyildiz, got ku armanca wan ew e ku xizmeteke di germahiya malê de bidin welatiyan.

Akyildiz bal kişand ser giringiya mêvanxaneyê ji bo herêmê û weha axivî:

 “Ji bo nexweş û kesên pê re ku ji navçeyên Diyarbekirê û ji bajarên derveyî Diyarbekirê têne nexweşxaneyê ku mala wan li Diyarbekirê tune ye Şaredariya Bajarê Mezin modêlek bi pêş xist. Bi hemû nexweşxaneyan re pêwendiya me heye û bi kordîne dixebitin. Nexweş û xizmên wan ên ji bo nexweşxaneyê tên û cihê wan ê ezimînê tune ye em li virê dikin mêvan.”

Akyıildiz bal kişand ku Şaredariya Bajarê Mezin di rojiya Remezanê de gelek waran de xebatên xwe didomîne û got ku îsal ji ber pandemiyê wan konê fitarê venedaye.

Akyildiz, weha axivî:

 “Şaredariya Bajarê Mezin di gelek wan de alîkariyê dike. Em ji bo gelek pîr û kali astengdar û zarokên ku serlêdana me dikin xwarina germ dibin mala wan. Li ber gelek nexweşxaneyan şorbenîskê belav dikin. Her weha li hemû kuçe û kolanên Diyarbekirê jî 5 deqe berî fitarê em fitariyeke sivik ku ji sandwîç, xurme û avê pêk têt belav dikin.”

Mîna otêlek 5 stêrk e

Midûra Giştî ya Mêvanxaneyê Ayfer Elaltintaş, diyar kir ku ew ji nexweş û refeqatçiyên wan re xizmetguzariyeke di germahiya malê de pêk tînin.

Elaltintaş, weha axivî:

 “Ev mêvanxaneya me nexweşên ji derveyî bajêr hatine û cihê wan ê şeveder tuneye, mirovên bêkes ên li baxçeyên nexweşxaneyan radizên dihewîne, mêvanxane xwedî konsepta otêleka 5 stêrk e. Ava germ, serşok û xizmetguzariyên odeyê di asteke bilind de ne. Xizmeta revîrê heye. Welatiyên me bi rehetî tedawiyên xwe didomînin.”  

“Xwarina me tînin ber pêyên me”

Senem Kaya 65 salî ye û ji Rihayê hatiye, ji xizmeta karmendên mêvanxaneyê memnûniyeta xwe anî ziman.

Kaya weha got, “Gelek baş li me dinêrin, nan û ava me didin me. Vê derê mînanî mala me ye, xwarina me heta ner pêyê me ji me re tînin.”

“Karmendên wê devliken in”

Hasan Yalçin li nik nexweşê xwe refeqetçî ye, got ku bi saya mêvanxaneyê bêpere li vir vedihewe û got, ji barekî giran ê madî xilas bûm.  

Yalçin, weha axivî:

 “Ez ji navçeya Hezo ya Batmanê hatime. Keça min ji dilê xwe emeliyat bû. ev 8 roj e ez fitar û paşîva xwe li virê dikim. Xwarinên wê pak û xweş in. Xebatkar rûbiken in. Ez ji xizmetê memnûn im. Xwedê ji wan razî be her alîkariyê dikin. Ji xwarinê bigire heta nivînan em ji her derfetê sûdê werdigirin.”